Dosya

Şoreşa 11ê Îlonê di dîroka kurdan de pir girîng û dîrokî ye

Doza mele Mustafa Barzanî û Şoreşa Îlonê pîroz be
Gelê kurd xwedî ax û welatê xwe ye, Kurd tu car zilmê li mirov û miletan nekiriye, wan bindest nexistiye û axên wan dagirî nekiriye. Her milet ji bo hebûna  gel û miletê xwe têkoşînê dike; bi hêsanî an bi dijwariyê têkoşîn derbas dibe. Lê di têkeşanê de hinek netew bi ser dikevin hinek jî têk diçin, ev sirşta dinyayê ye.

Kurd di dema Osmaniyan  heta niha gelek serhildan li hember zalim û dijminan kirine, lê pir caran jî serkeftî nebûye. Kurd bi serketîbin an seneketibin jî serhildan û tevgerên her kurd pîroz e. Her têkoşîn û serhildan ji bo kurdan tovek welatparêziyê reşandiye û wenda nabe.

Di nav serhildanên kurdan de Şoreşa 11ê Îlonê ya 1961î yanê Şoreşa İlonê di dîroka kurdan de pir girîng û dîrokî ye. Şoreşa Îlonê ku di nav serhildanên kurdan de em muqayese bikin emê bibînin ku ji bo kurdan encamên gelek baş hatine hole:

–         Kurd zilmê qebûl nake, kurd ji bo mafê xwe li ber zilmê bi wêrekî serî hildaye, bawerî hatiye gelê kurd û kurd ji xwe bawer bûne. Û hêviyek mezin    daye kurdan.
–         Gelek bajarên kurdan ji destê zalim xelas kiriye,
–         Kurd herêma xwe ya siyasî û erdnigariyê nişan kiriye,
–         Kurd bi hukumeta Iraqê re peymanek hatiye êkiriye û xweseriyê îlan kiriye,
–         Barzanî wezîrên kurd xistiye hukumeta Iraqê,
–         Barzanî bi navê partiya kurdan bi hukumeta Iraqê re di hevditînên fermî de cih girtiye û peyam îmzekiriye û PDK hatiye naskirin
–         Xweseriya kurdên başurê li ser têkoîna Şoreşa Îlonê ava bûye,
–        Têkoşîna netewiya a kurd û hêzên kurd di nav navnetewayan de hatiye naskirin car jî  cara ‘ewûle ku bi fermî jî kurd bi statûyekî hatine pejirandin,
–        Kurd li hemberê hukumeta Iraqê cara yekem e ku çekdarê xwe bi kar dînin.

Serhildana êx Seîdê Paloyê çawa  pîroz e, Şoreşa Îlonê jî ewqas pîroz e. Ez bi dil û can şoreşa Îlonê ya başurê Kurdîstanê ji gelê kurd re pîroz dikim, û xeseten jî mele Mustefa Berzanî û pşmergêyên ku di nav vê tevgera serhildana kurd de cih girtine tev piroz dikim, yên ku şehîd bûne jî cihê wan cennet be û Xwedê Teala li wan were rehmê.

Bijî Şoreşa Îlonê, bijî pşmerge, bijî gelê kurd, bijî Kurdîstan…

Paşa Amedî
Nivîskar/Amed

Back to top button