Şoreşa 11ê Îlonê ne heta 1975 an, lê belê hê jî berdewam e
Li berhevxistina serîhildan û şoreşên kurdan, ên berîya şoreşa 11 eylûla sala 1961 ê ku ji alîyê Mustafa Barzanî ve pêkhatibû û heta sala 1975 an berdewam kiri bû. Lê bi dîtina min, şoreşa 11 eylûlê ne heta 1975 an , lê belê hê jî berdewam e. Partî, ew partîye. Rêbaz, ew rêbaz e. Neksa ku li şoreşê ket ew tune nekir. Rêbaza Barzanî her ku diçê bêtir bi hêz û bi wate dibê. Kurê Mustefa Barzanî, birêz û pakê hêja, îro serokê Kurdistanê ye. Hêjî serokê PDK ye. Kesên ku duh, li dijî rêbaza Barzanî bûn, îro ew bi xwe li gel vê rêbazê nin û diparêzin.
Serîhildan, raperîn û şoreşên kurdan, ji sala 1806 an heta 21 adara sala 1937 an bi hejmar 33 ê nin. Li vir ez ê serhildan û raperînên kurdan yeka, yeka nenivîsim û bi lêv nekim. Têştê ku tê xwestin liberhevxistina van şoreş û raperînên ku hatinin kirin û şoreşa 11 eylûla 1961 ê a ku Musefa Barzanî lidar xistibû. Piştî şoreşa Dêrsimê ku di bin serokatîya Seyid Alî Riza de hatibû lidarxistin û ji alîyê hêzên dewleta Tirkîyê ve têkçû. Piştî bi 6 salan, cenga yekemîn a cîhanê destpêkir û di sala 1946 an de derfeta ku li rojhilatê Kurdistanê bi serokatîya Qazî Mihemed, komara demokratîk a Mihabatê pêk bê derket holê. Mustefa Barzanî jî têde beşdar bû. Komara Mihabatê, berîya ku PDKI bê damezrandin, bi navê ”Komeleya Jê-kaf”Di sala 1942 an de hat damezrandin. Piştre jî di sala 1945 an de PDK Iranê di kongireya xwe a yekemin de wek partîyek sîyasî hat ava kirin”Komeleya Jê-kaf ”ê , xwedanê programek sîyasî û Kurdistanî bû. Endamên wê ji her alîyên Kurdistanê hebûn. Piştî di sala 1945 an de PDK a Iranê hat damezirandin, Komelaya JE-KAF jî wek organîzasyon nama.
Gava ku merev berê xwe didê serîhildan û şoreşên kurdan ên berîya şoreşa eylûlê, merev dibînê ku karekterên hemûyan karekterekî neteweyî bû. Lê di alîyê organîzasyonî de têra ku li himberî neyarên xwe biser kevin ne dikir. Komeleya JE-KAF Xwedîyê pirogramekî kurt û sîyasî bû. PDK Iranê, xwedîyê pirogramekî ku bi bidestxwexistina daxwazên neteweyî hatibû nivîsandin. Ji bilî van herdû rêkxirawan, tu pirogramên sîyasî merev di nava raperînên kurdan ên berîya şoreşa eylûlê de nabînê.
Min, li gor zanebûn, xwendin û serpêhatîyên xwe, kêmayîyên an jî saloxên şoreşên berîya a eylûla sala 1961 xal bi xal û di 12 xalan de kom kirinin. Li alîyê din jî saloxên şoreşa 11 eylûla sala 1961 ê, min ew jî di 12 xalan de komkirinin û bi vî hawayî li ber hev xistinin.
Formêm şoreşên kurdan ên berîya şoreşa 11 eylûla sala 1961ê
1. Pirogramên ji bo xebatek sîyasî, organên ku organîzasyonek sîyasî bînê holê û bi hîyerarşîyek organîzasyonî û sîyasî di nava xelkê Kurdistanê de xebatê bikê bêj hema tunebû.
2. Kovarek ji bo ku dengê şoreşê û xebata wê a leşkerî û sîyasî bigihînê xelkê Kurdistanê, derveyî tixûbê Kurdistanê û dujminan tunebû.
3. Man û nemana wan şoreşan, bi man û namana serokê şoreşê ve girêdayî bû.
4. Ji bo ku şoreş di her rewşê de berdewam bibê kar û xebata organîzasyonî gelekî kêm bû an jî tunebû.
5. Metoda cenga wan, ne derz û perwerdeya metodek a leşkerîya li gor dema xwe bû li himberî a dewletê.
6. Hejmara kadroyên siyasî û ên entelektuel di dereceya minîmal de an jî hîç tune bûn.
7. Şer, pevçûn û dijayetîya di nava eşîrên kurdan de dijwar bû û dîtina neteweyî di serê hinek bireweran pêde gelekî korik û tune bû.
8. Aparata propogandeya li dijî zulim û tahdeya dewletê û şiyarkirina xelkê ji bo parastina şerên xwe û dîtina netewyî tune bû.
9. Metoda kar û xebatek ji bo bidestxwexistina desthilatdarîyek siyasî û di wê çarçewê de hîyerarşîyek siyasî di warê organîzasyonî de tunebû.
10. Dimjiminên xwe baş nasnedikirin û gelek caran bê merc xwe dispartin derewên wan.
11. Aparata paraztinê, ji bo ku agahîyan ji dek, dalab û pîlanên dujminan wergirê, ne di hundur û ne jî di nava dujmun de tunebû.
12. Di wan şoreşan de kurdan, dujminên xwe ji bo ku bi wan re rûnin bêneçar nekirinin.
Forma şoreşa 11 eylûla 1961 ê
1. Programek, û destûrek wê, di bin alaya partîyek sîyasî a PDKI ê de hebû.
2. Kovarek bi navê xebat ku qala xebat, çalakî, û zulim û tahdeya dujmin dikir hebû.
3. Man û nemana şoreşê, bi silogana ”yan Kurdistan yan neman” ê ve girêdayî bû. Yanî heta Kurdistan hebê, kar û xebata şoreşê wê berdewam bê.
4. Ji bo ku şoreş, di her rewşê de bedewam bibê kar û xebatek organîzasyonî û siyasî a PDKI ê hebû û hêjî heye.
5. Metoda cenga wê, a serkomandarê şoreşan a Mustefa Barzanî bû. Derz û perwerdeya wê, hemdemî û a pêşmergeyên pehlewan bûn, ku axa Kurdistanê li dujmin dikirin cehennem.
6. Hejmara kadroyên sîyasî û ên entelektuelî, hejmarek berbiçav û xwedan serpEhatî bûn.
7. Şoreşa 11 eylûlê, digel gelacîya dujminan, sempatîyek êl û eşîrên kurdan li herçar alîyên Kurdistanê, beramberî xwe anîbû holê. Dîtin û bahwerîya neteweyî di nava êl û eşîrên kurdan de di afirand.
8. Aparata, piropogandeya şoreşa eylûlê, radîyoyek û kovara xebatê bû. Ji bilî van jî heval û hogirên şoreşê li herçar alîyê Kurdistanê hebûn û wan jî gelekî bi hosteyî propogandeya şoreşê û partîyê dikirin.
9. Metoda kar û xebatek ji bo bidestxwexistina desthilatdarîyek sîyasî û di wê çarçewê de hîyerarşîyek sîyasî di warê organîzasyonî de hebû. Wek: PDK Iraqê. Daxwaz: ”Demokrasî ji bo Iraqê, otonomî ji bo Kurdistanê”.
10. Dujmênên xwe baş nasdikirin û xwe nedispartin derewên wan.
11. Aparata paraztinê ji bo ku agahîyan ji dek, dolab û pîlanên dujminan wergirê, li hundur û derveyî welat jî hebû. Ev jî gelekî girîng û têgihiştina desthilatdarîya dewletî bû.
12. Di 11 adara sala 1970 yî de Barzanî, dujminên xwe bênaçar kirin û li gor daxwazên şoreşê, peymana 11 adarê bihevre îmze kirin.Ev bûyer di mêjûya şoreşên kurdan de gelekî girîng e.
50 salîya lidarxistina şoreşa 11 eylûla sala 1961 ê û damezrandina 65 salîya PDK li hemu kurd û Kurdistanîyan pîroz bê.
Felemez Akad
2011 09 06