CivakRojev

Di operasyonekî de 304 efser hatin girtin

Li Tirkiye di nava Artêş de operasyonên li himber Cemeeta Gulen berdewamin. Îro berê sibehê operasyonek li 50 bajara hate kirin û di encam de 304 efser hatin binçav kirin. Di nava wan de kesên ku pile bilin jî hene.

Kesên hatî girtin hemû efserên ku xwedî pilene 17 ji wan xwediyê pileyên bilindin.Li gora agahdariyên hatî belav kirin, 111 kesên hatîn girtin ji hêza ezmanîne û 193 kes jê ji hêza bejayînin. Operasyon hêja berdewam e û dixweyê dê gelek kesên din di nava artêşê de bêne binçav kirin.

Back to top button