Peyvdarê genaral Xelife Hafter di daxûyaniyekî de eşkere kir ku wan dest daniye li ser gemiyek a Tirkiye. Peyvdarê Hafter Ehmet El Mismarî dibêje: Gemiyek ya ku aîdê Tirkiyeye kete herêmek qedexekirî, bala gemiyê hate kişandin, lê berpirsên gemiyê tu bersivek nedan. Ji bo vê jî me gemî kişand bendava Ras El Hilal. Ji bo lêpirsînê gemî niha di bin kontrola Artêşa netewî ya Libyayê de ye.
Li gora daxûyaniya Mismarî, barê gemiyê dermanin û karmedên gemiyê 17 kesin û 9 ji wan Tirkin. Gemî diçûya Mismarata.