PolîtîkRojev

Em rê nadin Tirkiye vegere taritîya salên 90 î !

Li Tirkiye her çikas hukumet behsa hilbijartinên pêşwext neke jî, di rojeva siyasî de aliyên siyasî rojane vê mijarê tînin rojeva siyasî û li gora vê yekê jî tev digerin.Serokên partiyên siyasî bajar bajar digerin û peyama didin. Taybetî partiyên ji AKPê veqetiyan pêvajoya desthilata AKPê ya heta sala 2015ê xwedî derdikevin û ji wê pêve rexne dikin. Îdia dikin ku AKPê û Erdogan rota xwe şaş kirine û ketine di bin bandora partiyên wek MHP û Partiya Niştimanî ya Dogu Perînçek de.

Tê zanîn ku ji berî niha demekî Dogu perînçek di daxûyaniyeka xwe de gotibû: Em ne şîrikê hukumetê ne desthilat di destê AKPê de ye, gemiya ku em tê de ne AKP rêve dibe, lê em rota gemiyê kifş dikin. Li ser vê daxûyaniya Perînçek deng ji AKPê derneket, lê serokê partiya DEVA Alî Babacan di axavtineka xwe de behsa vê pirsê kir û di vê derbarê de AKP bi tundî rexne kir. Babacan di axavtina xwe de dibêje: Di salên 2001ê û hirve me tekoşînek hêja da gelek mafên binpê kirî we şûnve anî. Salên 90î salên xirab bûn. Niha yên wek Perînçek berê desthilatê dide salên 90î û hewldidin hemû mafên destxistî cardin binpê bikin me vegerînin taritiya salên 90 î. Lê em rê nadin vê yekê.

Têzanin ku hukumet di bandora MHPê û dogu Perînçek de siyasetê dike û Erdogan bi xwe jî di vê mijarê de bê denge.

Back to top button