Xwepêşandan mafekî rewa ye, lê hewla têkbirin û wêrankirinê ji daxwaza rewa ya xelkê cuda ye

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di derbarê xwepêşandanên li devera Silêmaniyê çêdibin û bûyî sedema aloziyan peyamek ji bo raya giştî belav kiri.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de dibêje:Di demekê de ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû hewl û şiyana xwe bi kar tîne ji bo derbasbûna ji vê rewşa darayî ya giran ku Herêma Kurdistanê û Iraq û dinya li xwe girtiye, ligel hikûmeta federal a Iraqê jî berdewam e di gotûbêjan de ji bo dabînkirina maf û heqên darayî yên Herêma Kurdistanê, ku mixabin heta niha neşandine.

Mesrûr Barzanî destnîşan dike ku bêguman Hikûmeta Herêma Kurdistanê bargiranî û jiyana dijwar a welatiyan hîs dike û spasiya xweragiran jî dike û xwepêşandanên aştiyane û şaristanî jî, weke mafekî rewa dibîne di çarçoveya yasayan de, lê hewla têkbirin û wêrankarî, ji daxwaza rewa ya xelkê cuda ye. Loma saziyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê divê ligel parastina giyana hemû welatiyan, tevî xwepêşanderan, rê li ber alozî û tevlihevî û tundî û têkbirina cihên giştî û baregehan bigre.

Herwiha di peyamê de hatiye ragihandin ku mixabin hinek kes dixwazin debara xelkê ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî bi kar bînin û bi hinceta berevaniya maf û daxwazên xelkê Kurdistanê, hewla têkbirin û şewitandin û aloziyan didin.

Nerîna min :