CivakRojev

Li Silêmaniyê xwepêşanderan avahiyên partiyên siyasî şewitandin

Li navçeyên Çemçemal û Seyid Sadiq îro, 07.12.2020, xwepêşandan birêve çûn û di wan xwepêşandanan de alozî derketin û avahiyên hikûmî û partiyên siyasî rastî êrişê hatin.

Li navçeya Seyid Sadiq xwepêşanderan avahiya qayimqiya navçeyê, baregehên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goran, Yekgirtû, Komela Îslamî û Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê şewitand.

Dilşad Xerîb, Berpirsê PDKê li Seyid Sadiq ji Rûdawê re ragihand ku beşek kadirên partiyê di nav avahiya ku agir pê ketiye de asê mane.

Li gor zanyariyên peyamnêrê Rûdawê mala Qayimqamê Seyid Sadiq jî ji aliyê xwepêşanderan ve hatiye şewatandin û li wê deverê xwepêşanderek jî birîndar bûye.

Li navçeya Çemçemal jî alozî derket û di vîdyoyên ku belav bûne de tê dîtin, beşek ji xwepêşanderan li ber avahiya PDKê kom bûne û teqe li avahiyê dikin.

Şerîf Rahîm, Rêveberê Tendirustiya Çemçemalê ji Rûdawê re ragihand, di aloziyên li wê navçeyê de ciwanekî 16 salî jiyana xwe ji dest daye û 2 kes jî birîndar bûne.

Çavkaniyek ji Asayişa Çemçemalê jî dibêje, li dijî xwepêşanderan çek nehatiye bikaranîn.

Back to top button