Polîtîk

Di meclisê de kurd li nasnama xwe xwedî derketine

Li gor agahdariya rojnameya rojnamevan Can Dundar di Miliyetê de weşandiye, gotiye ku 93 sal berî niha Mistefa Kemal Ataturk Turkiyeyê daye nasandin û li Meclisê xeberdana xwe ya pêşî li dijê tirkîtiyê kiriye.

Li Meclisê gava parlemanê Kastamonoyê gotiye ”Hevalno, em pêşî ji bo parastina Tirkan bisaxlemî kar bikin” lê parlemanê Sêwazê Emir Paşa li dij derketiye û gotiye: ”Em li virê ne li ser navê Tirkan civiyane, parastina leşsaxiya Tirkan tenê nabe, li vî welatî Çerkez jî hene, Çaçan jî hene, Kurd û Laz jî hene. Wekî din jî hin civakên bisilman ên din hene. Bila xeberdanên ku cudatiyê çêdikin çênebin.”

Ataturk jî weha gotiye: ”Li virê ev meclisa me ya mezin ku ji zatên cuda pêk hatiye ne tenê Tirk in, lê Çerkez, Kurd û Laz in jî. Lê belê em tev unsurên Îslamê ne û sûda me tevan yek e. Ez hêvî dikim ku li virê mesele weha bête zanîn û xeletiyek jê dernekeve hole.”

Lê mixabin partiya CHP û MHP li dijê dîtina Ataturkê xwe derdikevin û mafê Kurdan hêjî napejirînin.

 

Rojeva Kurd

Back to top button