Endamekê serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê behsa pêvajoya aşitiyê dike û dibêj eku, ew pêvajoya ji bona çareserkirian pirsa kurdî li Tirkiyeyê destpêkirî piroseseke rast û ji bo hemû aliyan xêr têdaye.
Edhem Barzanî endamê serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê di daxuyaniyekê de bo ajansa Anadol ya tirkî pêvjoya ji bona çareserkirina pirsa kurdî li Tirkiyeyê destpêkirî dinirxîne û dibêje:
– Ew pirosesa ji aliyê hikûmeta tirkî dest pê kirî, piroseseke raste û xêr têdaye, pêş miletê kurd, xêra wê ji bo miletê tirk heye.
Barzanî dibêje ku, biryarên mezin ji aliyê serokên mezin ve tên dan û serokwezîrê Tirkiyeyê jî yek ji serokênn mezine û wî ji bo berjewendiya gelên Tirkiyeyê pêngaveke wêrek avêt:
– Biryarên mezin ji aliyê serokên mezin ve tên dan û Erdogan jî yek ji serkirdeyên mezin e. Erdogan, ji bo berjewendiya Tirkiyeyê pêngaveke jîrane avêt û ne bi tenê Tirkiye dê xêrê ji wê biryarê bîne lê hemû cîranên wê jî dê xêrê jê bînin.
Endamê serkirdayetiya (PDK)ê di daxuyaniya xwe de dibêje ku, divê kurd bi erênî bersiva pêvajoya bidin û piştgiryê lê bikin.