Sînemxan silavên germ pêşkêşî karmendên Rojeva Kurd dike

Ji bo hemû karmend û kedkarên malpera Rojeva Kurd

Her di destpêka weşana malpera we Rojeva Kurd û heta îro, bi awayeke ne rêkûpêk jî be, malpera we dixwînim û rola wê ya di ragihandina Kurdî de gelekî girîng dinirxînim…

Doh, li nava babeta bi navê (115 saliya Rojnamegeriya Kurd Pîroz be) ya 22.04.2013 li malpera we de hatibû belavkirin de, we rêz û silavên karmendên Rojeva Kurd şandibû.

Ji bo wê peyama û silavên we gelek spas dikim û ez jî silavên xwe yên germ pêşkêşî we û hemû karmendên Rojeva Kurd dikim û hêvîdarim hemû karmendên we li karê xwe de serketî bin…

Sînemxan Celadet Ali Bedirxan
23.04.2013
Hewlêr/Kurdistan

Nêrînek

  1. Malbata Bedîrxan'i ya di dîroka Kurdistan'ê da gelek grênge. Ji bo kî lê Kurdistan'ê gelek serheldan cekirine û însanên di dora malbata Bedirxan'i yan jî gelek xwandwan, rewsenbîr, ronekbîr û siyasetmedarên Kurdên. Wextek ez di salên daviyê 80 da ji zîndana Diyarbekir'ê azad bûm min beriyê xwe da ez cûma rojavayê Kurdistan'ê. Ez dikarim bejim teqrîben ez 6 salan lê ew hereme Kurdistan'ê xwasik ma bûm. Ez beter lê bajarê sîrên Qamislo timam û ez carnan jî dûcûma Sam'ê. Wextek ez dûcûma Sam'ê min cend caran gora Bedîrxan Beg û Celadet Bedîrxan jî lê Sam'ê dîtiyê.

Nerîna min :