Civak

Di malên xwe de bimînin

Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Saman Berzincî bang li welatiyan kir ku li malê bimînin.

Saman Berzincî ragihand: “Tika ye eger mecbûrî nebe, dernekevin derve, eger hûn li derve jî bin, maskeyê bi kar bînin.”

Berzincî eşkere kir, toz û xwelî bandor li ser bêhndana mirovan dike, bi taybetî li kesên nexweş.

Li aliyê din, Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Hewlêrê eşkere dike, ji duh ve 222 welatiyên li Hewlêrê bi giliya tengbûna bêhdanê, serdana nexweşxaneyan kirine.

Ji duh 7ê Nîsana 2022yan ve pêleke tozê ber bi Hewlêrê ve hatiye û mesafeya dîtinê ji 100 metroyî kêmtir bûye.

Back to top button