CîhanRojev

Ji xebatên Nêçîrvan Barzanî yên ji bo parastina mafên jinan sûd werbigirin..

Rojnameyeke Swêdî gotareke jineke kurd ku rexne li partiyên siyasî yên Swêdê girtiye belav kiriye û gotiye, li wî welatî hê jî newekhevî di navbera jin û mêran de heye. Nivîskara gotarê daxwazê ji Swêdiyan dike ku ji îrade û xebata Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sûd werbigirin ji bo pêkanîna wekheviya jin û mêran.

Rojnameya Swêdî Fempers Nyheter, Ku li ser pirsgirêkên jinan û femînîzmê eleqedar e, gotareke Reband Raza ku mamosteya Lîseya Gel a Swêdê ye weşand. Reza di gotara xwe de destnîşan dike ku heta roja îro li Swêdê newekheviya jin û mêran heye; nivîskar rexneli partiyên Swêdî dike ku hê jî li ser wekheviya rastîn a jin û mêr li hev nakin û ji wan dipirse: “Çima Serok Nêçîrvan Barzanî dikare bi tenê û di civakeke ku di destpêkê de gelek astengî  li pêşiya demokrasiyê hene, dirustkirina dengên hevbeş ji bo guhertinên di yasayê de di berjewendiya jinê de serkeftî be, lê hûn nikarin pirsgirêkên siyasî yên îro li ser mijara jinê bi heman şeweyî çareser bikin?”

Derbarê gotara xwe de, Reband Raza îro Înê 08.04.2022 demjimêr 16:00 ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ev çend sal in li Swêdê dijî û dizane ku cudahî di navbera jin û mêran de heye û got “Li Swêdê bi gelemperî cudahiyek di navbera jin û mêran de heye.”

Reband Raza amaje bi wê yekê dike ku li Herêma Kurdistanê di berjewendiya jinan de guhertin hatine kirin û got, li Herêma Kurdistanê qanûnên baş hatine derxistin û sererastkirin. Herwiha Reza dibêje “Serok Nêçîrvan Barzanî bang li hemû aliyan kir ku ji bo guhertina yasayê bi hev re tevbigerin û ez jî daxwazê ji Swêdê jî dikim ku heman karî bikin.”

Reband Raza

Di beşeke din a axavtina xwe de Reza diyar kir ku “Ew şiyana ku Serok Nêçîrvan Barzanî pê kar kiriye, li Swêdê nedîtiye.”

Reband Raza di derbarê rewşa jinan bi giştî de wiha got: “Ne li Swêdê û ne jî li Herêma Kurdistanê rewşa jinan ew qas baş nebûye ku em bibêjin ti kêşeya me tune ye.”

Reband Raza di gotara xwe de wiha dinivîse  “Ez di axaftinên siyasî yên swêdî de der barê femînîzmê de gelek nêrînên cihê dibihîzim; ji wan cudahiyan gelek caran tê dîtin ku têkoşîna ji bo bidestxistina civakeke wekhev li vî welatî rawestiyaye. Di gelek rewşan de newekheviya li dijî jinan heye, bi taybetî di cihê kar.”

Tevî ku di dîroka demokrasî û azadiyê de cudahî hene, Reza di axaftina xwe de dibêje  “Lê li Herêma Kurdistanê ez îrade û pabendbûna dibînim, ez dibînim ku derfeta diyalogê û xalên hevbeş hene, cudahiyên siyasî û îdeolojîk hebûn, lê Serok Nêçîrvan Barzanî kariye li ser pirsa gotûbêjan lihevkirinekê peyda bike ji bo jinan.”

Reband Raza amaje bi wê yekê dike ku dema ew ji Swêdê derket, jin li Herêma Kurdistanê ji gelek mafên bingehîn bêpar bûn, lê niha ev tişt hatiye guhertin û wiha dinivîse “Swêd û Kurdistanê di warê wekhevî û derfetên jinan de nayên berawirdkirin; Swêd di gelek reform û siyasetên ku rewşa jinan baştir kirine, bi ser ketine, lê eger hûn temenê desthilatdariyê û têkoşîna di navbera her du welatan de bidin ber hev dê bibe cudahî di navbera her du welatan de. Hin mafên jinan li Swêdê 100 sal in, lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi xwe 30 salî ye û di van salên dawî de siyaseta Herêma Kurdistanê, tevî astengiyên mezin, gavên baş ber bi civakeke wekhev ve avêtiye.”

Herwiha Reza behsa wan astengiyên li pêşiya jinan û guhertinên yasaya mafên jinan li Herêma Kurdistanê dike, ji wan jî dijayetiya hinek pêngavên hinek aliyên Îslamî; Destûra Iraqê, ku “Eger qanûnek nû li dijî dînê Îslamê be dê rê li ber derxistina qanûnan bigire. Lê belê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Îdrîs Barzanî karîn gelek aliyên siyasî, femînîst û îslamî ji bo diyalogê bînin cem hev. Ji vî alî ve xalên hevpar dîtine û ji bo baştirkirina rewşa jinan hin reformên qanûnî kirine.”

Jina Kurd di gotara xwe ya ku gelek da de ji aliyê siyasî yên Swêdê pirs kir “Eger Serok Nêçîrvan Barzanî di nav civakeke çend salan de azad bijiya û ber bi destpêka demokrasiyê ve çûbûya, tevî astengiyên li ber destûr û civakeke girêdayî wê di avakirina hevpeymaniyê de bi ser bihata bi Îslam û partiyên Îslamî re. Swêd nikare bi heman awayî krîza siyasî ya heyî ya li ser pirsgirêkên jinan çareser bike?  Çima nikarin ji nakokiyên xwe yên îdeolojîk û siyasî derbas bibin û ji bo mafên jinan cudahiyan ji holê rakin û ji bo bidestxistina armanca avakirina civakeke wekhev a jin û mêran, xalên hevpar bibînin?”

https://www.rudaw.net/?utm_source=KwikPlayer&utm_medium=KwikShare&utm_campaign=KwikMotion

Back to top button