Li Tirkiye gelek cara xelkek ji bo axavtina Kurdî yan jî ji bo bi tene Kurdin dibin armanca êrîşên hinek gurubên nijadperestên Tirk.
Herî dawî li bajarê Karamanê li zaningeha Karamanoglu Mehmetbey hinek xwendevanên kurd ji xwere stranên Kurdî digotin û bi kurdî demek bi keyf derbas dikiran.
Piştî rojekî gurubek ku endamê MHPê ne êrîşê xwendevanên kurd kirin û telefonên wan ji wan standin û ketin hesabên xwendevanên Kurd yên medya civakî de û li ser hesabê wan daxûyaniyek belav kirin.
Di daxûyaniyê de hatiye nivîsandin ku; “Ji bo şevîdin bê ehlaqiya me kirî ku, me kurdî strandiye em ji miletê Tirkên mukades û ji “Ulkiciyên“ zaningeha Karamanoglu Mehmetbey doza lêborînê dikin.“
Li gora agahdariya xwendevanek kurd ji bo metirsiya li ser jiyana xwe ji bajarê Karaman bi cih hiştiye û vegeraye mala xwe û ji dev xwendina xwe ya zaningehê berdaye.
Herweha li gora agahdariya parêzerê Karamanê ji bûyerê agahdarbûye û daye xûyakirin ku, ew bûyerek bi vî awayî qebûl nakin û li gel berpirsên zaningehê civiyaye.
Hat zanin ku, rektöre zaningehê Prof. Dr. Namık Ak, serdana Ulku Ocaklari ya vî bajarî kiriye û ji bo vê bûyerê bala wan kişandiye.
*Ulku Ocaklari: Komeleyeka Ciwanên MHPê ye. Gelek faşist û êrîşkarin. Mixabin gelek li bajarên bakurê Kurdistanê jî ev Komele heye û çalakiyan li dartêxin.