Di Koçkirina Dr. Kamiran Bedirxan de Semînerek
Di destpêka semînerê de mamoste Konê Reş balkişand ser rola Bedirxaniyan di parastina ziman û ferhenga kurdî de û bi taybetî rola mîr Celadet û Dr. Kamiran Bedirxan û got: Di baweriya min de eger Ehmedê Xanî bi pêşgotina Mem û Zîna xwe bavê netewiya kurd be.. Eger Ehmedê Xanî tenûra his û hestê netewî di nav Kurdan de dadabe, bê guman Mîr Celadet û Dr. Kamiran bi kovarên xwe (Hawar, Ronahî, Roja Nû û Stêr), nan bi wê tenûra his û hestê netewî ve vedane.. û bi rengekî panoramî kurtiyek ji jiyan û xebatên Dr. Kamiran Bedirxan ji beşdaran re şirove kir
Di peyre, mamoste Derwêşê Xalib (Da ko tu kurdekî resen bî, ew hunereke zor çetîn e ), ev hevoka ko mîr Kamiran Bedirxan ji mêj ve gotiye, şirove kir û hin bîranînên xwe pêre li Parîsê anîn ziman.. Di pey re mamoste Faris Osman gotarek bi zimanê erebî li dor berhemên Dr. Kamiran Bedirxan xwend
Dawî mamoste Hemîd Derwêş sekretêrê Partiya Demokratî Pêşverû Kurdî li Sûriyê bîranînên xwe bi malbata Bedirxaniyan re anî ziman û bi taybetî bi Dr. Kamiran û mîr Celadet Bedirxan û Rewşen xanim re û di dawiya gotina xwe de got: Cihê ko Bedirxanî lê bin Kurdistan li wire
Piştî pirsên beşdaran û bersivdana semînervanan, mamoste Hemîdê Derwêş spasiya mamoste Konê Reş, mamoste Derwêşê Xalib û mamoste Faris Osman kir û got ; em ji çalakiyên we yên rewşenbîrî û ferhengî re amade ne
Di dawiya tevî de mamoste Hemîd Derwêş û Konê Reş bi telefonê, bi Sînemxana Mîr Celadet Bedirxan re axifîn.. Sînemxan jî spasiyên gerim ji mamoste Hemîd û beşdaran re pêşkêş kirin
Dimoqrati.net