Cîhan

Li Pakistanê teqîn 40 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li bakurê rojavayê Pakistanê êrîşekî xwekûjî pêk hat û di encamê de 40 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Di êrîşê de nêzîkî 25 kesan jî brîndar bûn êrîş dema li avahiyekî hevdîtina di navbera berpirsyarên Pakîstanî û dijberên Talîbanê de pêkhat.

Berpirsyarên Pakîstanî da xuyakirin ku Talîban êrîşê girt ser xwe.

Herêmê ku êrîş pêkhatiye Talîban û El-Qaîde di vê herêmê de gelek bihêzin li ser sînora Pakîstan û Afganîstanê pêk hatiye.

Hate xuya kirin ku êrîş bi cilûbergên polêsan û ji aliyê du mîlîtanên Talîbanê ve pêkhat.

Di avahiyê de nêzîkî 100 kes hebûn û ji nav van kesan polês û berpisryarên Pakîstanî kesên rojnamevan û dijberên Talîban hebûn .

Back to top button