Polîtîk

Kongra PDK-ê di çavderiya Koçka Spî û YE de

Berpirsê nûsîngeha hilbijartinên PDKê îro ragihand, yekem care di dîroka hemû Iraqê û Herêma Kurdistanê de kongireyeke wek Kongira 13ê ya PDK bihête saz kirin û Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê (DYA) û YE dê bi bingehîn çavdêriya wê kongreyê bikin.

Cafer Îbrahîm ji AKnewsê re axivî û wiha got, Kongira 13ê yê PDKê evê carê dê li gorî pîverên navdewletî bi rê ve biçe û vavarkirina dengan jî dê bi du şêwazan be ku yek ji wan elektronik e û bi zûtirîn dem encam dê li ser ekranên elektronik di nava hola kongreyê de bihêne ragihandin.

Îbrahîm ragihand, bo her wêstgeheke dengdanê nabe ji 500 kesan zêdetir tê de dengên xwe bidin û proseya dengdanê jî dê ji sedî 100 ya zelal be û hemû dê bi riya kamîreyan bihête çavdêrîkirin.

Xuya jî kir, hejmara endamên evî kongreyê 1300 ta 1350 kesan dibe û rêjeya beşdarbûna jinê jî ji sedî 15 ye.

Tê zanîn, biryar e di roja 11ê vê mehê de PDKê li bajarê Hewlêrê Kongreya xwe ya 13ê saz bike.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di16ê tebaxa sala 1946ê ji aliyê Mistefa Barzanî ve hatiye damezrandin serokê wê partiyê bû û piştî koça dawiyê kirî li sala 1979ê Mesûd Barzanî ew post wergirtiye û heta niha wek serokê PDKê maye.

PDKê heta niha 12 Kongre girêdane û biryar bû di 11ê mijdarê de ev Kongira 13ê hatibûya encam dan, lê ji ber ku ew roj zaf nêzîkî Cejna Qurbanê bû biryar hate dan kongre bo roja 11ê evê mehê bi rê ve biçe.

 

(AKnews)

Back to top button