Nivîsar

Keçên Dersimê yên wendayî

Kurdistaniyên hêja!

Ev demeke dûre ez bi Kurdî nanivîsînîm. Sedemên wê pir alî ne. Ji ber ku ez endamê şaredariyê me, ez niha di nava civaka Almanan de gelek çalakim û bi zimanê Almanî ji rojnamên Alman re gotaran li ser pirsa koçberên li Almanya û hin caran jî li ser pirsa Kurdan dinivîsîm.

Lê îro (05.12.2010) bûyera keçên Dersimê yên wendayî di salên 1937-1938-an de di Televîzyona trt 6 de ez pir hejandim û min xwest ez vê hovîtiya dewleta Tirk ku bi destê leşkerên xwe ve li Dersimê pêk anîne bi Kurdî binim ziman, da ku Kurd li her derê bi vê bûyerê bihesin. Belê em dizanin dewleta Tirk ti demê sînorên mafê merivan, mirovatiyê nas nekiriye û hê jî nas nake. Lê dema em bi guhên xwe îro dibîhîzin û bi çavên xwe jî dîbînin, ku di dîrokê de karbidestên Tirk çi anîne serê Kurdan ev me zêdetir xemgîn dike, diêşîne û birînên me kûrdike.

Mijar bûye belgefilmek (dokûmenter), ku ji aliyê xanima nivîskar û derhêner Nezahat Gundogan li ser keçên Dersimê yên wendayî di salên 1937-1938an de hatiye amadekirin. Di encama lêkolînekê de heya niha 71 keçên Dersimê yên wendayî hatine dîtin û di wê belgefîlmê de bi hinekan re hevpeyvîn hatiye çêkirin. Dê û bavên keçikan di pê wendabûna wan bi dehsalan li zarokên xwe geriyane û xwe negihandine zarokên xwe. Bi saya vê lêkolîna xanima Nezahat Gundogan ve pir xizimên wan keçikan xwe gihandin merivên xwe.

Wek tê zanîn, plana qetliyama Dersimê bi destê Mustafa Kemal Ataturk (Kalikê Tirkan) hatiye avêtin û bi destê wî jî ev plana bi cîh hatiye kirin. Di encamê de bi sedhezaran Kurdên Dersimê di singûyan re hatine derbaskirin, qetilkirin. Leşkerên Tirk wê demê ne tenê Kurd di komkujiyê re derbas kirine, herwisa bi namûs û şerefan Kurdan jî lîstine. Tew di ser de leşkerên Tirk bi wê bênamûsiyên xwe ve bi sedan, belkû bi hezaran keçên Dersimê yên ji 3 salî de bigire heya 15-16 salî jî ji leşkerên xwe re bi destê zorê birine, kirine kole û ew keçikana bi xwe re birine rojavayê Tirkiyê. Leşkerên Tirk him tecawizî wan keçikan kirine û him jî bi dehsalan ew keçikan di malên xwe de bêyî ku bi wan perwerdeya dibistanî bidin kirin, ji xwe re di nava malê de berdestî wek xizmetkar bi kar anîne. Ev belgefîlma traûvma dîroka keçên Dersimê û hovîtiya Ataturk aniye serê Kurdan nîşan dide.

Ataturk di 1925-an de di komkujiya li dijî Kurdan di dema Şex Seîd de jî eynî plan bi kar aniye. Wê demê jî pir keçên Kurd li bakurê Kurdistanê hatine tecawiz kirin. Ji bo ku keçikên Şêx Seîd neyên tecawizkirin ew diherin xwe diavêjin ava Dijleyê û xwe dixeniqînin. Ji wan keçikên Şêx Seîd ya biçûk bi bedena xwe ya biçûk ditirse û xwe navêje nava avê. Ew jî serê xwe hildide û dihere. Îdiayek pir cidî jî heye lê em nizanên çiqas rastiya wê heye, lê tê gotin ku ew keçika derbasî Sûriyê dibe, mezin dibe û paşê li herêma Çiyayê Kurmênc sala 1993an wexer dike. Min ev bûyera ji mamoste Mistefa Reşîd bihîst. Mamoste bixwe jî ji Efrînê ye.

Esas Ataturk bi van kiryarên bê namûsî xwestiye ji Kurdan re bibêje, binêrin em (Tirk) ne tenê welatê we Kurdistanê dagîrdikin, we di bin lingê xwe de dipelixînin, herwisa bi şeref û namûsa Kurdan jî dilîzin.
Heger hinekî jî xîret û şerefa Kurdan hebe divêt ti carî van bûyerên Ataturk, yên berya wî û yên di pê wê re ji bîr nekin û di berxwe bidin welatê xwe Kurdistan serbixwe bikin. Kînga Kurdistan rizgar bibe, wê hingê namûsa Kurdan jî ji destê dagîrker û koledaran rizgar dibe.

 

FÛAD SÎPAN

Back to top button