Îroj

6'ê Berfanbar

6’ê Berfanbar

Di sala 1917’an û di rojekî wekê îroyê de Fînlandiya ji Rusyayê veqetiya û serxwebûna xwe îlan kir.

Fînlandiya 100 sal ji berê ya serxwebûna xwe xwedî zagona bingehîn bû. Fînlandiya di nava Çar a Rusyayê de wekî dewletek xweser bû û zagona bingehîn ya Fîn bi dûr û dirêj hebûna xwe parastîbû.

Piştî têkçûyina Çarîtî ya Rusyayê di nava Fînlandiyayê de hem ji aliyên rastgir hem jî ji aliyê çepgirên ve fikrê cûdabûna ji Rusyayê hatiye parastin.

Ta sala 1917ê Fînlandiya xwedî polîs û leşkerê nebûn lê piştî têkçûyina Çarîtî ya Rusyayê çepgir û rastgirên vê welatê ji xwe re teşkîlatên polîs û leşkeran ava kirine.

Di bin navê Muhafizên Spî û Muhafezên Sor de 2 grûba ewlekariyê sazkirin. Di navbera her du artêşê de şerên giran destpê lê di şer de Muhafizên Spî xwe wekê Artêşa Netewî îlan kirin Û piştî îlankirina şer jî gihîşt asta herî berz û Muhafizên Spî serdikevin û pişta xwe didin Almanyayê.

Senatoya Fînlandiya Monarşiya bi girêdayiyî Almanyayê  anîn ziman lê piştî têkçûyina şerê cihana yekemîn ya Almanyayê damezrandina Komara Demokratîk ya Finlandiyayê Serbixwe hate îlan dikin.

Back to top button