Di Êzdiyatiyê de Xwedaperestî

Bêguman ol pêdiviyeka ruhî ye ji bo her take kesekê‌, ku bi wê ruhaniyetê mirov dihêtegirêdan bi xwedayê mezin ve vêca Êzdiyatî weku ol û îbadet, ewan jî wekî her oleke din ku bawerî bi (xwedayekê tak) heye, nivêj û du’a û rojî girtin û gelek kar û kiryarên dinên xwedê perestiyê hene. Zêdebarî vê çendî jî Kurdên Êzdî bawerî bi (Yektaperestî = Eltewhîd), anku perestina yek xwedayî heye, ku bi baweriya wan jî xwedayekê tak û tenê heye û her ew xwedaye xwedanê‌ (ruyê û afirandinê û her tiştekiye, dirustkerê‌ esman û erdî ye… Jiyan û mirin di destê‌ xwedê‌ da ye hwd…

Di Êzdiyatiyê da dibêjinê (Yezda – Yezdan), hemî îbadetên Êzdî pêradibin ji wan jî nivêj û rojî girtin hwd… Her ji bo xwedayê tak û tenêye, lê‌ hindek hizir dikin ku îbadet bi tenê (Nivêjkirine), lê‌ eger li xwe bipirsin ka ramana îbadetî çiye?

Îbadet anku hemî karubarên jiyanê‌ vedigre, bi mercekê‌ ku ewî karî mirov bi başî birêvebibet, bo nimûne: Derewnekirin, gendelî nekirin, dest dirêjî nekirin li ser namusa xelkî, dizî nekirin, welat nefirotin, û hwd… Eve hemî di têgehê‌ îbadetê da cihê xwe digrin.

Êzdiyatî wek ol dakokiyê li ser peyrewkirina wan prensîpên me li ser behskirîn dike.

Nimûneka biçûk û sade li vêre dê bînim daku diyar bibe, bo wan kesên dibêjin Kurdên Êzîdî xwedê nanasin, daku ya eşkere be ji bo wan ku ew şaşin û tu rastî ji bo vê‌ dîtin û axaftina wan nîne. Belge li ser gotina me çi kes û çi millet hindî mirovê‌ Êzdî navê‌ xwedê li ser zimanê wî nahête gotin. Di hemî kar û pêrabûnên xweda berî her tiştî navê‌ xwedê bi ramaneka kûr dînin û xwe dipirsîne ber xwedayê mezin. Eger dûvçuneka kurt bikîn kanê Kurdên Êzdî di kar û kiryarên xweda çend caran navê‌ xwedê‌ gelek bi eşq û şîrînî aniye. Dê‌ ji bo me diyar bibe ku ew pitir ji hemî millet û oleke din navê xwedê di gel jiyana xweda dînin û eve baştirîn nimûne û belgeye li ser viyana van mirovan bo xwedayê yekane û bi tenê‌. Dîsan nimûna dîtir jî ramana navê‌ xwedê ye li dev Êzdiyan, anku (Xwedê‌ = ewî bi xwe xwedaye), Êzîdiyan bawerî bi wê yekê heye ku xwedê bi xwe xwedaye û kesê ew nedaye.

Dîsan Kurdên Êzdî gelek mişe ji şîrînî û ji ber xwedê‌ perêsiya xwe navê (Xwedê da), li ser zarokên xwe didanin, ku eve jî ramana hindê dide ku xwedê ye afiranherê hemî mirov û mexluqane. Eve baştirîn nimûneye ku Êzdiyan baweriyeka mukim bi xwedayê‌ mezin heye, baweriya heye xwedê bi tenê mirovan dide û her ewe dibe. Anku (jiyan û mirin) bi tenê ya di destê xwedê da, dîsan wan baweriyeka gelek mukim bi navê xwedê heye‌, yezdan heye, ku ew yezdan afirandiyê mirova û cin û ferîşteyane û giyanewerane û ew yezdan danerê erd û esmanaye. Xwedanê‌ şev û rojane.

Herdîsan di vî warî da komeka mezina sebeqên ola Êzdiyan hene, gelek bi ciwanî pesna hebûna xwedê dikin û demê‌ dibêjin: 

Pedşê minî pedşe

Çêkerê‌ çiya û deşte

Neqaşê‌ hemû neqşe

…………………………….

Pedşê‌ min hezar û yêk nave 

Ev dunya li ba wî se’et û gave

Ew dizane li behra çend keşkûl ave

Li besta çend kevir di nave

Ewî Hawa kire bûk û Adem kire zave 

……………………………….

Pedşê‌ minê‌ xefare 

Ji ba wî têtin biryare

Bo dinyayî û her çar kenare

Pedşê‌ min yekê me`ebûde

Xwedanê‌ lewha mehfûde

Her layîqê‌ sena û sucûde

…………………………..

Ya xudê‌ ne tu ji kesê û ne kes ji teye

Tu yê li gel hemû heyam û be dîla

………………………………….

Erê eve nebese, bo wan kesên bi hizreka varî behrê xwe didene vî têgehî, û eve xwedê perêsiya Êzdiyan ji hemî gumanan dûr diêxe, ku bo her kesekê‌ hişyar û kerb du dilî da nebin. Wekî roja nîvro ya diyare ku Kurdên Êzdî jî wekî olperestên dinên li vê‌ cîhanê dijîn. Xwedê perestên û ew kesên bê‌ belge dibêjin Êzdî ne xwedê nasdikin, ewan çi şarezayî di naveroka vî olî da tûne, û bi tenê bi çavekê‌ kerb û demargîriyê berê xwe didin Êzdiya û ola wan û eger hindeka şarezayî jî hebe çavên xwe li rastiya digrin û bi çavên korve li ser Êzdiyatiyê diaxivin û dinivîsin. Tu guman jî têda nîne ku ev kese gelek bi dîtineka berteng û bi hizreka berteng dinêrin vê‌ mijarê û eve dujminên pêkve jiyana olîne û wan divê rastiyê bi ne rastiyê biguherin. Lê‌ xeyala wan ya xave, û her wekî Îsayê‌ Mesihe, Silav li ser bin dibêje: Rastî wekî filînê ye, herdem bi ser av dikeve.

Şîlan Ebdulmenaf Hesen

 

Nerîna min :