Civak

Gustîlên 'Ez Ji Te Hez Dikim' gelek balê dikşîne

Ali Ergun Zêrîngerekî ji bajarê Rihayê dide zanîn ku di van demên dawî de ji bo rojbûn û salvegera hevjîniyê ji aliyê hemwelatiyan ve gelek daxwaz li ser gustîla ku bi Kurdî Ez Ji Te Hez Dikim hatiye nivîsandin heye.

Zêrînger Ergun ku eve 15 sale li Taxa Eyubiye karê zêrîngeriyê dike, dide zanîn ku piştî pêvajoya çareseriyê gustîlên ku bi Kurdî têne nivîsandin gelek balê dikşîne û gelek zêde têne firotin.

Her wiha da zanîn ku herî zêde jin van gustîlan dikirin û li roja dayikan de jî firotina gustîlên ku bi Kurdî nivîsandî gelek zêde bû.

Back to top button