Di 50 saliya xwe de ji asîmilasyonê vedigere zimanê dayikê

Jina 50 salî a bi navê Rihan Uluk, bextewariya bi zimanê xwe yê dayikê xwendin û nivîsandinê dijî. Rihan Uluk, ji bo ku bi zimanê xwe karibe bixwîne û binivîse, qeyda xwe li Navenad Giştî a KURDÎ-DERê kir. Uluk diyar dike ku, teva 50 saliya xwe jî, di fêrbûna zimanê dayikê de qet zorê nakişîne.
Wek Rihan Uluk, zarokên wê jî nikarin bi zimanê xwe yê zikmakî bi Kurdî bipeyivin. Uluk dibêje, ji bo ku em vê tabûyê hilweşînin, li mal em bi hev re her tim bi Kurdî dipeyivin.
Li Tirkiyê, ji ser 20 mîlyonî re Kurd dijîn. Di pergala dewleta Tirkiyê de, şûna Kurdî tine ye. Berde bi zimanê zikmakî perwerdehiyê, mafê ku li vî welatî kêmnetew bikartînin jî Kurd nikarin bikarbînin. Kêmnetew, mafê wan heye ku dibistanên taybet vekin û bi zimanê zilkmakî perwerdehiyê bikin lê ji vî mafî Kurd bêpar in.
Ew çendak bû ku, ji bo Kurdî “dersa bijarte” ew jî li dibistanan heftê 2 seeta û ew jî ger di heman polê de 8 zarok serdaxwaz bikin, zarokek kare b Kurdî “dersa bijarte” bigire. Ew mijara jî hin nehatiye zelal kirin, gelo zarokek bixwaze wê karibe Kurdî bijêre an na?
Bi xebat û têgeha dayikan, ancax karî rê li ber asîmilasyonê bibirî.