Cîhan

Teqîn:8 sivîlên Israîlî jiyana xwe ji dest dan

Li Balafirxaneya  bajarê Burgaz a Bulgariya teqînek di bussa ku geştevanên Israîlî di têde çêbû. Di encama teqînê de heta niha 8 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dane û 30 kes jî birîndarin.

Ev teqîn encama êrîşekî de pêkhat û di vê derbarê de serokwezîrê Israîl Binyamin Netanyahu daxûyanik da û got: Îran pişta vê êrîşêde ye û dewleta Îranê ji bo vê bûyerê tawanbar e. Emê bersiva vê êrîşa ku li dijê hemwelatiyên me çêbûyî bidin.

Herweha wezîrê bergirya israîl Ehud Barak da xuyakirin ku, hizbullah ev êrîş pêkaniye. Hizbullahê bi pişgiriya Îranê ev êrîş kiriye. Piştî vê bûyerê Barak civînek avarte li gel berpirsên Mosad darxist û ev bûyer nirxandin.

Heta niha dewleta Îranê bersiva van îdiayên Israîl neday e.

 

Back to top button