Cîhan

Esed birîndare û reviyaye Lazkiye

Wezîrê navxwe yê Suriyeyê ku di êrîşa întîxarî ya li hemberî avahiya ewlehiya neteweyî ya li Şamê de birîndar bibû jiyana xwe jidest da. Di êrîşê de Wezîrê Parastinê Davut Racha û zavayê Esed Asif Şevket jî di saetên borî de jiyana xwe jidest dabûn.  Cîgirê karûbarên berpirsê leşkerî yê Esed Hesan Turkmanî jî di êrişê de hat kuştin. Suriyeyê piştî êrîşê daxuyanî da û got; “Destên zirar dide ewlehiya neteweyî dê bên jêkirin.” Serokê Artêşa Azad îdia kir ku Esed birîndare û reviyaye Lazkiye. Koffi Annan jî êriş şermezar kir.

Di êrîşa ku çend kîlometreyan dûrî qesra Serokê Dewleta Suriyeyê Beşar Esed pêk hatî de Wezîrê Parastinê Davud Racha, Wezîrê Navxwe Îbrahîm El Şar, zavayê Esed Asif Şevket û cîgirê karûbarên leşkerî yê Esed, Hesen Turkmanî hatin kuştin. Di daxuyaniya hema piştî êrîşê hat dyaîn de hat diyarkirin ku rewşa Wezîrê Karên Hundir Şar baş e. Lê di daxuyaniya piştî wê de hat gotin ku Şar jiyana xwe jidest daye. Piştî êrîşê dewleta Suriyeyê daxuyaniyeke fermî da û got; “Ev kar karê dorhêlên tarî ne.”

Li gorî nûçeya televîzyona dewleta Suriyeyê dema li avahiya wezîrên payebilind civîn lidar dixistin, êrîşek pêk hat û di êrîşê de Wezîrê Paratinê Racha û zavayê Esad Asif Şevket hatin kuştin. Hat ragihandin ku Şevket piştî teqînê li nexweşxaneya ku rakirinê jiyana xwe jidest daye. Rachayê di heman demê de cîgirê serfermandar bû jî zilamê dewletê yê xirîstiyan ê herî nêzî Esad bû. Fermandar Fahad Casim El Freyj li şûna Racha hat erkdarkirin.

Cîgirê Wezîrê Parastinê Şevket jî berpirsyariya xwe ji îlona 2011’an heta niha dimeşand. Şevket di heman demê de bi xwişka Esed Buşra re zewicî bû û di navbera salên 2009-2011’an de serkariya îstîxbarata leşkerî dikir.

Televîzyona dewleta Suriyeyê daxuyand ku Wezîrê Navxwe Muhammed Îbrahîm El Şar jî jiyana xwe ji dest da. Beriya vê daxuyaniyê hin televîzyonên ereb daxuyandin ku Şar miriye, lê televîzyona Suriyeyê ev nûçe derewand. Hat hînbûn ku hin rayedarên payebilind jî di êrîşê de birîndar bûne. Li gorî agehdariyên dawiyê bi giştî nêzî 15 kes hatine kuştin.

Artêşa Suriyê ya Azad êrîş girt ser xwe

Artêşa Suriye ya azad êrîş girt ser xwe. Kanalên nûçeyan ên fermî yên Suriyeyê diyar kirin ku êrîşa întîxarî ji aliyê parêzvaneke Esed ve pêş hatiye. Fermandarê Artêşa Azad a Sûriyê Riyad el-Esed jî diyar kir êriş ji aliyê wan ve pêkhatiye, êriş ne bi întiharî bû û li avahiyê bombe hatibû bi cih kirin.

Fermandarê Artêşa Sûriyê ya Azad li ser twitterê daxuyaniyek da û îdia kir ku agehdariyên ji nêzî Esed girtine, Esed jî di êrişê de birîndar bûye. Herwiha Esed reviyaye bajarê Lazkiye.

Ji Suriyeyê daxuyaniyeke tund

Piştî teqînê Suriyeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û anî ziman ku wê berpirsên vê êrîşê bên cezakriin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku destên zirarê dide ewlehiya neteweyî dê bên jêkirin û wiha hat gotin: “Hêzên me yên çekdarî bi biryare ku çeteyên tarî xilas bike û van dorhêlan her roj bişopîne. Yên ku difikirin bi hedefgirtina fermandaran dê pişta Suriyeyê bişkêne di cîhana xiyalan de dijîn. Ev êrîş hêrsa têkoşîna bi terorê re zêdetir kiriye. Para hemû dewletên ku ji Suriyeyê re guleyek rêkiriye jî di vê êrîşê de heye.”

Nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî Kofi Annan êrişa li Sûriyê şermezar kir. Annan diyar kir dive lezûbez Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ji ber şiddeta heyî biryarekê bigre.

Di vê navberê de televizyona fermî a alman ZDF´ê jî diyar kir ku ihtimal heye ku ev êriş  destpêka hewla darbeyek leşkerî be. Li gor nûҫegihanê heman televizyonê yê Kahîreyê, Dietmar Ossenberg, êrişek bi vî rengî encax dikare bi piştgiriya hêzên di nava dewletê bi xwe de were lidarxistin.

Herwiha tê ragihandin ku niha şerê di navbera artêş û serhildêran de li nava Şamê belav bûye. Ji ber gurbûna şer gelek malbet niha ji bajêr direvin û Berpirsiyarê Giştî yê Pentagonê jî daxuyand ku saet bi saet rewş ji bin kontrolê derdikeve.

Di vê navberê de li gor daxuyaniya dawî ya ji Qesra Spî, Serokdewlet Beşar Esad ji piştî ҫalakiya bombeyî ve winda ye. Muxalif jî îdia dikin ku balefireke girêdayî serokomariyê piştî ҫalekiyê ji Şamê rabûye û ber bi Lazkiyeyê ve firiyaye.(Rudaw)

Back to top button