Polîtîk

Partî û Yekitî di serokatiya Barzanîde civiyan

Di civîna hevbeş de li ser rewşa Kurdistanê û aoloziyên di navbera Bexda û Hewlêr de hate sekinandin.

Di vê civînê de se babetên bingeh hatin nirxandin.

Rewşa deverên ji Kurdistanê veqetîyayî û helwesta hukumeta Bexdayê di derbarê van deverande mijara bingehîn bû. Wek tê zanîn vê dawiyê Malikî leşkerek taybet li herêmê cih dike û hijmara leşkerên Iraqê li deverê zê de dike. Ev helwesta Malikî li dijê yasayê ye û dijê peymanên navbera hewlêr û Bexdayê de ne.

Wek tê zanîn demekî Sedam Huseyîn ji bo kurdan ji herêmê pakij bike kurd derêxistibûn û dewsa wan ereb anîbûn. Lê beşek mezin ji van ereben şûnde hatibûn rêkirin. Niha cardin Malikî wan ereban tîne û dibe sedemak u kurd ji herêmê barbikin.

Di civîna han de her du mekteb siyasiyên PDK û YNK daxwaz ji Hikûmeta Kurdistanê kirin daku, bi mebesta parastina rewşa ewlekarî ya welatiyên wan Deveran tedbîrên pêwîst bistîne.

Di mêjara dudiyan de jî rewşa navxweyî ya Kurdistanê û peymana steratejîk ya di navbera her du aliyan de hate nirxandin û her du alî tekez li ser yekrêziya nav mala Kurd û yekdengiya aliyên siyasî yên Kurdistanê di derbarê meseleyên netewî de kirin.

Di mêjara sisêyan de jî rewşa Îraqê hate nirxandin û tekez li ser yekhelwestiya Kurd ya li hember kêşeya niha ya Îraqê kir.

Back to top button