Talebanî peyameke sersaxiyê ji malbata Esed re şand
Celal Talebanî peyameke sersaxiyê ji xûşka Esed re şand
Bi minasebeta kuştina Asif Şewker cîgirê serokerkanê arteşa Suriyeyê û zavayê beşar Esedê serokomarê Suriyeyê, Celak Talebanî serokomarê Îraqê peyameke sersaxiyê ji Buşra Esed, xûşka Beşar Esed, û ji malbata Esed re şand.
Li gor malpera NRT, Talebanî di peyma xwe de dilgiranî û hevxemiya xwe li hember kuştina Asif Şewket diyar dike û diblje:
– Xatûna hêja Buşra Esed a birêz. Me bi dilekê pir xem û kovan nûçeya canjidestdana Asif Şewket bihîst, ji egerê jidestdana wî, em beşdarê êş, azar û xema we ne.
Sekreterê Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê Celal Talebanî di berdewamiya peyma xwe a sersaxiyê ku ji malbata Esed re şandiye dibêje:
– Em sersaxî û hevxemiya xwe digihînim te û mabata te ya birêz, daxwazê ji Xwedayê mezin dikim ku, sebir û aramiyê bi ser we de bibarîne û rehmetî jî bi rehma xwe bi buheşta berîn şad bike.
Weke tê zanî Asif Şewkrt cîgirê wezêrê parastina Suriyeyê duhî roja çarşemiyê di teqînekê de hat kuştin û digel wî wezîrê parastinê û şend mezine berpirsên leşkerî û îstîxbarata surî jî hatin kuştin