Polîtîk

Li Suriyê Wezîr di êrîşa întiharî de hatin kuştin

 

Li Suriyê şer û pevçûn, îro gihîşte asta herî bilind. Pavçûnên di navbera rejîma Esad û muxlifan de dewam dike. Îro, li paytext Şamê, êrîşeke întiharî pêk hat. Di encama êrîşê de, di nav de wezîr jî hene, gellek navên rejîma Esad hatin kuştin. Di nav kesên jiyana xwe wenda kirine de, Wezîrê Parastinê Davud Racha û zavayê Esad Assef Şewket jî heye. 

Tê îdiakirin ku, di nav kesên hatine kuştin de, Wezîrê Hundir û Serokê îstixbarata Suriyê a El Muhaberatê û birayê Beşşar Esad jî heye. Ancax ev agahiyana hîn nehatine zelal kirin. Îdiayeke din jî, tê gotin ku, Esad, ji bo operasyoneke berfireh di nav amadehiyan de ye.

Saziya weşanê a Hizbullah ku Libnanê weşanê dike, televizyona El Manar ragihand ku, di êrîşa întiharê de Wezîrê Hundir El Şaar û zavayê Serokdewletê Suriyê Beşşar Esad û Serokê îstixbaratê a El Muharebatê Assef Şevket hatine kuştin.

Televizyona Erebistana Siudî El Erebiye jî ragihandiye ku, di encama êrîşê de 15 kes hatine kuştin. 

 

Back to top button