Polîtîk

Îdiaya endamê komisyona Roboskiyê: Serokwezîr raporê asteng dike

Ji ser komkujiya Roboskiyê re, a ku 34 gundiyên Kurd, bi balafirên şer yên dewleta Tirkiyê hatibûn qetilkirin, nêzika 7 meha derbas bû. Komisyona ku di bin baniyê meclîsê de hatibû avakirin, Komisyona Lêkolînê a Bûyerên Roboskiyê hîn rapor temam nekir. Temamkirina raporê, ji heyama nû a meclîsê re ma ku, ew jî meha cotmehê wê vebe.

Endamê komisyonê yê CHPê Malik Ecder Ozdemir, diyer dike ku, rapor, di heyama nû a meclîsê de wê derkeve û dibêje, “di rapora ku AKPî dike amade bikin de, tiştek dernakeve, wana têkilî  av û sabûnê nabin.”

Ozdemîr eşkere anîye ziman ku, di astengkirina rapora Roboskiy de, fermana serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan heye. Wşha dibêje, “li ser fermana erdogan a ku gotibû, ‘bila ti kes di derbarê Roboskiyê de nepeyive’, berî raporê ber bi aliyêkî din de kir. Ku Erdogan got, ‘vê seetê şûnda bila ti kes nepeyive’, komisyon de facto hate betal kirin. Wê rojê şûnda, saziyên dewletê ji belge û agahî dayînê îmtina kirin. Sazî, ketine nav bêdengiyê.”

Ozdemir di berdewamiya daxuyaniya xwe de dibêje, me hewl da ku em belge û agahiyan bidesbixînin, lê me nikaribû encam bigirta. Herwiha me xwes em rayedarekî serfermandariyê guhdarî bikin lê em di wê mijarê de jî bi ser neketin, me nikaribû baniya komisyonê. Vê raporê serokwezîr dike amade bike, ku ew çawa bixwaze, ew rapora wê wisa bê şekilandin.”

Ji bo ku derkeve holê, fermana “lêxin”ê kê daye, hatibû xwestin ku, ji serfermandariya tirkiyê rayedarek biçe komisyonê û agahiyên ku zane bi endamê komisyonê re parve bike. Di vê mijarê de, hewldanên komisyonê bê encam man.

Heta niha, di derheqê komkujiya Roboskiyê de, qet tiştek nehatiye kirin. Tenê komisyon hate avakirin lê, ew komisyon jî nikare beskirî belge û agahiyan bidestbixîne. 

 

 

Back to top button