Polîtîk

Li Amedê ser mala de girtin

Îro danê sibê li Amedê, polîsan operasyona serdegirtina malan pêk anî. Li navçeya navendê a Amedê Baglarê, li taxên wek Kaynartepe, Fatîh, Korhat û taxa 5 nîsanê, polîsan bi operasyona serdegirtina malan a hemdemî de, 13 kes girtine bin çavan.

Di tevdana malan de, polêsan dest dane ser pirtûk, cd û kovaran. Hinceta operasyonê nehat eşkere kirin. Navê 13 kesên hatin binçavkirin, diyar nebû. 13 kesên binçavkirê, birine gerînendeya Ewlehiya Amedê. 
 

Back to top button