Polîtîk

Kiliçdaroglu pirsa kurd bi nav nekir

34.mîn kongreya CHP-ê pêkhat û cardin Kemal Kiliçdaroglu bû serokê vê partiyê. Kiliçdaroglu di axavtina xwe ya kongreyê de behsa guhertina partiyê kir û go;t em dive di nav partiyê de jî statukoyê bugehirin. Serokê CHP-ê di axavtina xwe de behsa rewşa siyasî  ya Tirkiye kir û CHP bi israr partiyek sosyal demokrat binav kir.

Kilicdaroglu behsa pêwistiya guhertina partiyê kir û got; bila em ji rayên xwe neqetin lê em xwejî li gora cîhanê biguherin. Guhertin  karê sosyal demokratan e.

Herweha di kongreyê de Kemal  behsa pirsa kurd jî kir. Di derbarê pirsa kurd de tu pêşniyar yan jî projeyên  zelal daneynîn holê. Lê behsa heyina vê pirsê û li gora xwe behsa çareseriyekî kir. Kiliçdaroglu  di derbarê pirsa kurd de got: Evê 35 salin termek li erdê heye gerek em vî termî ji erdê rakir. Em çi navî li vê pirsê bikin bila bikin, lê divê bê çareserkirin.

Di axavtina xwe de Kiliçdaroglu bi tu awayî behsa mafê kurda yan jî destxistina mafên kurda nekir. Wek pirsa terorê pirsa kurd nirxand û behsa ji holê rakirina terorê kir.

Axavtina Kiliçdaroglu  da xuyakirin nêzikbûna wî ya pirsa kurd li gora ku dijberiya siyaseta AKP-ê di pirsa kurd de ye û tiştek ku wek projeyek çareseriyê tunebû.

Hêdî kongre û civînên partiyên siyasî de bi mecbûrî behsa pirsa kurd tê kirin. Lê kesek ji bo çareseriya pirsa kurd de behsa mafên netewî yê kurda nakin û herweha tenê li gora xwe behsa sekinadina terorê dikin. Evy ek jî xalek hevbeş ya siyaseta partiyên siyaî yê tirkan e.

 

Back to top button