Cîhan
Li Suriye şer dijwar dibe

Piştî kuştina hinek wezîr û berpirsên ewlehiya Suriyê, kuştin û tundî gelekî zêdetir bû.
Li gora çelekvanên şoreşa Suriye didin xuyakirin, doh li Suriyê 200 kes hatine kuştin û 100 ji wan derdora bajarê Şamên e.
Li bajrokê Sit Zeynebê dema ku rakirina cenazeyekî, balefirên cengî yên rejima Esed êrîş bir ser kesên ku cenazê radikin û di encam de 100 kes hatin kuştin û zêdeyî 150 birînda bûn.
Li gora tê ragihandin li Şamê piştî teqîna ku doh pêkhatî,şer di navbera hêzên rejimê û hêzên artêşa Azad de geştir bûye û heta niha jî hinek bajar di bin bombebaranê de ne.
Rewşa esed bi xwe heta niha ne zelal e, li gora ku Qesra Spî dayî ragihandin, ew bi xwe jî nizanin Esed li kûderê ye. Li ser eîşa doh û rewşa Bişar esed gelek spekelasyon hene.