Polîtîk

HDK: Hikumet kujeran diparêze

 

Li Stenbolê, ji aliyê Desteya Rêvebiriya Meclîsa Giştî a HDKê ve, daxuyaniyeke nivîskî hat. Di daxuyaniyê de tê îfade kirin ku, di qada darazê de, Tirkiye, taybetiya xwe a “welatê skandal” diparêze. 

Di daxuyaniyê de tê gotin ku, ji ber ku peywira xwe bicih anîne an fikr û ramanên xwe eşkere kirine, şaredar, endamê meclîsa şaredariyan, parêzer, sendîqevan, xwendekar, parlementer, li girtîgehê têne girtin. dadgeh û desthilata AKPê kesên bê guneh in ne, kujeran diparêze. Bi operasyoneke nîvê şevê, kujerên dema borî, yek bi yek ji girtîgehê tên berdan. Kujer û kesên nerêtî kirine, têne berdan. AKP, vî welatî bi vî awayî rêvedibe.

“AKP, kevneşopiya parastina tetikêşa didomîne” 

Di daxuyaniya HDKê de hatiye diyar kirin ku, dewlet, kevneşopiya, parastina tetikêşên ku di bin baskên dewletê de cînayetan dikin, dewam kirin dide. AKP, li şûna, di girtîgehê de hîştina tetikêşên ku kesên sosyalîst, demokrat, çepgir û şoreşger kuştine bihêle, wana berdide û bi rêxistinên ku wana diparêzin re lihev dike. Mixabin, bi doznameyên ku ji înternet û derdorê kom kirine yên binfilitî, gellek kesî, di bin navê KCkê de digrin û daxwaziya wan a ji bo berdanê red dikin.    


 

 

Back to top button