Cîhan

Israîl dikare êrîşê Suriye bike

Piştî kuştina hinek wezîr û berpirsên ewlehiya Suriyê, kuştin û tundî gelekî zêdetir dibe. Ev yek Israäl ne rihet dike.

Li gora rojnama New York Times dinivîse, Emerîka û Israîl ji bo êrîşkirina Suriye hevdîtinan dikin û rewşa ku piştî bûyera doh derketî holê dinirxînin.

Rojnama îdia dike ku, piştî kuştina hinek berpirsên bilind û wezîrên rejima Esed, rejima Suriye dikare bi hemî awayî erîşê bibe ser opozisyonê û çekên kîmyavî jî karbîne. Ji bo vê ihtimala ku Israîl êrîşê bibe ser bingehên çekên kîmyavî li Suriye derdikeve holê.

Emerîka ji bo vê yekê li gel Israîl ketiye di nav pêwendiyê de. Amerîka naxwaze Israîl erîşekî bibe ser bingehên suriye yên kîmyawî . Lê Israîl bi tu awayî naxwaze bihêle bibe armanca erîşekî yan jî bûyerên li Suriye pêktê bibe tehdîtek li ser wan bi xwe jî.

Back to top button