Azadiya Kobanî

Di çapemeniya Kurd de, bi giranî azadiya Kobanî cih digire. Gellekî bi kêfxweşî û coşeke mezin. Halbet ev ji bo her Kurd û Kurdistanê kêfxweşiyeke. Lê a girîng ji vir û wêde ye. Ne ji bo çend rojan an mehan azadiyek, ji bo azadiyeke mayînde pêwiste li her tim zêdetir rayedarên Kurdan li hev bicivin û bişêwirin. Li ser darê cîhanê, her azadî mirov kêfxweş û bextewar dike. Hele ku ew perçeyê ku hatiye azadkirin, perçeyekî te be, her diçe kêfa mirov zêde dibe. Îro li Kobanî, ala Kurdistanê bilind bû. Qasî girîngiya ala Kurdistanê bilindkirinê, belkî zêdetir, êdî ew ala li wira danexistin e. Tiştekî din yê ku hêviya mirov xurt dikejî, li Kobanî xwîn nerijiya ye. Ev zor girîng e.
Li Kobanî hêzên Kurdistanî, bi awakî medenî azadiya xwe îlan kirine. Hêzên rejîmê bi razîbûn, sazî û dezgehên rejîmê radesta rayedarên Kurdistanê kirine. Pêwiste em jibîr nekin, Komara Mehabadê salekê ajot. Piştî salekê hemû rêberên Kurd û di serî de jî Qazî Mihemmed li Çarçirayê dardakirin. Ji bo her perçekî ev dersên dîrokî ne. Bi zanebûn û dîplomasiyê, bi siyaseteke navneteweyî û bi yekitiyeke gelê Kurd, azadiya her perçekî Kurdistanê nêziktir e.
Piştî êrîşa li dij avahiya ewlehiya rejîma Suriyê ku gellek rayedarên sera hatibûn kuştin, di derbarê Serokdewletê Suriyê Beşşar Esad û hevjîna wî de, nûçeyên cuda derketin. Niha nêveng gellekî şêliye. Heta çendakî wê zelal bibe.
Azadiya Kobanî zor girîng e, lê berdewamî girîngtir e.
Bila jibîr nebe, piştî bûyerên bi vî rengî, dîktator ku pişta xwe rast dikin, komkujiya lidardixînin. Ji bo rojên reş neqewimin, tevdîr û tevdîr û tevdîr.
Azadiya Kobanî pîroz be.