Cîhan

Erdogan: Mimkine eyaletên nû li Îraqê ava bibin

 

Erdogan: Mimkine eyaletên nû li Îraqê ava bibin

Serokwezîrê Tirkiyeyê Receb Teyb Erdogan dema ji Rusiyayê vegeriyaye Tirkiyeyê li firokexanyê di preskonferensekê de behsa serdana xwe a bo Moskovayê û rewşa Îraqê kir.

Di bersiva pirsekê de ku, li Îraqê cudabûneke çê dibe, gelo wê cudabûnê çi tirs bo ser nexşeyê welatê Îraqê heye? Erdogan got:

Ez ew peyva hûn dibîjin ku cudanûnek heye qebûl nakim. Li Îraqê sîstema eyaletan heye û bakurê Îraqê jî li gor destûra wî welatî weke eyelet hatiye qebûl kirin. Mimkine eyaletên nû jî ava bibin. 

Serokwezîrê Tirkiyeyê behsa pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê kir û got:

Çend pirsgirêk di navbera desthilata bakurê Îraqê û Bexdayê de hene, çima? Çunkî hikûmeta nawendî mafên wan pê nade û ev jî bûye ciyê nerazîbûna wan, ev yek jî çavkaniya pirsgirêkê ye. Di dema pêkanîn ahikûmeta Îraqê de, wê hikûmetê çend soz dabûn, lê mixabin sozên xwe cîbicînekirin. Soz ji pertiyên hevpeymanên xwe jî dabûn û ew jî cîbicînekirin. Ji ber necîbicîkirina sozan rewşa nuha çêbûye. 

 

Back to top button