Civak
Di 1ê Gulanê de 409 kes hatine binçavkirin

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiye Ali Yerlîkaya derbarê çalakiyên ku li seranserê welêt di çarçoveya 1ê Gulanê Roja Hevgirtinê û Kedkariyê de hatine lidarxistin de daxuyanî da. Yerlikaya diyar kir ku li 78 bajaran li seranserê Tirkiyeyê bi tevahî 286,584 kes beşdarî 212 çalakiyên ku hatine lidarxistin bûn û got ku xwepêşandan bi piranî aştiyane bûn, lê li hin herêman mudaxele li çalakiyên neqanûnî hat kirin.
Wezîr Yerlikaya ragihand ku ji ber binpêkirina Qanûna Hejmar 2911 a li ser Civîn û Xwepêşandanan, 407 kes li Stenbolê û yek li Tokat û Wanê jî yek kes, bi tevahî 409 kes hatine binçavkirin.