Civak

Dezgehê Xêrxwaziya Barzanî alîkarîkirina Rojava de berdewame

 

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li dirêjiya kar û çalakiyên xwe da bi mebesta alîkarîkirina wan malbatên koçberên Rojavayê Kurdistanê ku li Herêma Kurdistanê ne pêdiviyên wek qarawana û neft li ser 9 malbatê runiştvanê Bineslaweya ser bi qezaya deşta Hewlêrê dabeşkir.

Roja 26.02.2013 Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li helmetek de ji bo her malbatek 40 lîtir neft û qarawana û pêdiviyên din ji bo wan dabîn kir, ku li pêvajoyeke xerab de dijiyan.

Li dawiyê de wan malbatan gelek spasiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kirin ku bi awayeke berdewam yarmetiya wan koçberan dike û hêviya berdewamkirina wan alîkariyan xwestin.

 

 

Back to top button