Polîtîk

Dê kî bikeve cihê Talabanî

Ajansa Reuters di derbarê babetê ku “dê kî şûna serokkomarê Irakê Celal Talabanî bigre“ de nirxandinek kir.

Ajans dibêje ku, niha tendûristiya Talabanî ber bi başiyê ve diçe, lê cardin gotubêja ku “ Dê kî bikeve cihê Talabanî“ destpêkiriye. Ne zanîna ku dê kî şûna Talabanî bigre pêşeroja YNKê jî têxe xeteriyekî de.

Ajans dibêje, eger di dewsa Talabanî de navek nenaskirî bibe serokkkomarê Irakê, ev yek dibe sedemê fikrandinekî di PDKê de jî.

 Ajans îdia dike ku çavkaniyek ku nêzikî herdu partiyan gotiye: Nayê zanin ku dê kî şûna Talabanî bigre. Tunebûna Talabanî di nav PDKê de hinek nerihetiyê peyda dike. Gelo navê bikeve şûna Talabanî, dê heta çi radeyê bikaribe stukaya heyî biparêze û tewezina heyî ragire.

Li gora bisporê siyasî Remzî Mardînî, di tunebûna Talabanî de wê YNK û Goran nêzingêyekî çêkin û pewendiyan Îranê re dê bixwazin tewezinekî di nava pêwendiyên PDKê û Tirkiye pêyda bikin.

Rojeva Kurd

Back to top button