Heyeta BDPê piştî li Îmralî hevdîtinek li gel Ocalan kirin, nama Ocalan gihandin Qendîlê û li gel Murat Karayilan û hinek berpirsên din yên PKKê civîyan. Di civînê de li ser hevdîtina li gel Ocalan hatî kirin gotubêj kirin û ji bo pêvajoya Îmralî dîtinên xwe gotin.
Di hevdîtinê de heyetên BDPê û KCDê amadebûn ji aliyê din Murat Karayilan û Sabrî Ok amade bûn. Lê ne diyarbûna berpirsên PKKê yên wek Cemil Bayik, Duran Kalkan û Mustafa Karasu balkêş bû.
ANFê hevpeyvînek li gel Karayilan di derbarê vê hevdîtinê de û pêvajoya Îmralî kir. Herweha Ji bilî tiştên gelemperî ku her aliyek PKKê dibêje, Karayilan di hûriya hevpeyvîna xwe de dide diyar kirin ku, ew wek Ocalan nafikirin.
Li gora hevpeyvînê de hatiye Karayilan dibêje: Di vê derbarê de biryar dayîn gelekî zehmete. Hêja pêvajo ne ewkas zelal e ku mirov bikaribe biryarek mayende û yekser bide.
Karayilan wek Ocalan baweriyê li hukumetê û AK partiyê nayne.
Ji aliyek din Karayilan dibêje, hevdîtinên li gel BDPê tenê tirê nake, dibe pêwendiyek rasterast di navbera Ocalan û PKKê de hebê.
Dixweyê baweriya Karayilan yan jî desta rêveberiya PKKê gelekî li BDPê nayê.
Dema gotinên Murat Karayilan bi hûrîtî bêne nirxandin çend xalên girîng derdivin holê:
1- Murat Karayilan û desteya rêveberiya Qendîlê wek Ocalan nafikirin.
2- Baweriya Murat Karayilan bi temamî BDPê naye û daxwaz dikin ku ew bi xwe Ocalanre hevdîtinê bi awayekî bikin.
3- Ew yek alî tu biryara nadin, wê hêviyê bin ku Hukumeta Tirkiye hinek gava bavêje.
4- Ne amadebûna Cemil Bayik, Duran Kalkan û Mustafa Karasu xalek girîng û balkêşe.
Ji aliyê din wek tê zanîn hevdîtina heyeta BDPê li gel Ocalan kirî di bin çavderiya berpirsek yê MITê de pêkahatibû. Gelo li Silêmaniyê û Qendilê civînên hatî kirin, tu berpirsên MITê amadebûn yan ne ev nayê zanîn yan jî nayê eşkere kirin.
Rojeva Kurd