Dewlet/Hikumet naxwaze makezagoneke nû çê bike
Li Tirkiyeyê li ser makezagonek nû demek dirêj e ku gengeşiyek heye. Ji bona makezagonek nû piştî hilbijartina giştî ya hezîranê di meclîsê de komîsyonek a lihevkirinê hatiye ava kirin.
Li Tirkiyeyê li ser makezagonek nû demek dirêj e ku gengeşiyek heye. Ji bona makezagonek nû piştî hilbijartina giştî ya hezîranê di meclîsê de komîsyonek a lihevkirinê hatiye ava kirin. Ev komîsyona gorî parametreyên xwe bi hêzên siyasî û sivîl re, bi kesên nivîskar û bi pêşengên civatê re danûstandin dike. Li bajarên tirkan û kurdan civînan li dar dixe. Hezar mixabin ew xebatan bi tevayî di nav gel de baweriyek hîn çênekiriye ku makezagonek nû dê çê bibe.
Loma ez dixwazim li ser vê mijarê rawestim. Ez bi salan e ku di derbarê makezagonê de dinivîsim, ku divê makezagonek nû çê bibe. Hezar mixabin ez jî di wê baweriyê de me ku dewlet/hikumet naxwaze makezagonek nû çê bike. Dewlet/hikumet dixwaze ji bona xwe qanûnekê çê bike.
Bi wateyek din, tê zanîn ku hikumet ji dewleta kevn û nû behs dike.
Dewleta kevn, dewleta kemalîst a burokratên sivîl û leşkerî ye. Dewleta nû jî mirov dikare bibêje ku dewleta AKPê ye. Yanî dewleta kevn, temsîla beşekî biçûk a tirkan dike, dewleta nû jî temsîla beşekî mezintir a tirkan dike.
Di encamê de di qeraktera dewletê de guhertinek çÊ nabe. Dewlet dîsa dewletek unîter e û bi nasnameya miletê tirk dê bê terîf kirin.
Hîç şik tune ye ku dewleta kevn jî, dewleta nû jî temsîla kurdan nake. Lewra dewlet, dewleta kurdan nîn e.
Di dewleta nû de jî, miletê kurd ji aliyê hiqûqî de nayê nas kirin, bes de facto hebûna kurdan tê pejirandin. Ev jî, ji bona nîjadperestên tirk qet tiştekî îfade nake. Kurd ji mafên xwe yên milî yên kesayetî û kolektîf bêpar in.
Kurd hîn nikare ku bi nasnameya welat û miletbûna xwe partiyên siyasî ava bikin.
Dewlet/hikumet jî nûha dixwazin ji bona ev dewleta nû ku kurdan temsîl nake makezagonekê çê bike.
Loma jî ev makezagona wê demê nabe makezagonek nû. Bes di çerçeweya demokrasî û mafên kesayetî de dikare firehbûnekê pêk bîne û qasî temsîla AKPê temsîlek miletê tirk wek pergelekê derxe holê.
*****
Dewlet/hikumet dema ku dixwaze makezagonê çê bike di terîfa Tirkiyeyê de guhertinek pêk nîne.
Wek tê zanîn dema ku Komara Tirkiyeyê girêdayî mîrada Împeratoriya Osmanî ava bû di destpêkê ji pluralîzma neteweyî û kêmneteweyan re raste rast negotin na. Lewra berjewendiya elîta kemalîst ev yeka dixwest.
Hezar mixabin piştî ku Komara Tirkiyeyê stunên xwe xurt kir, pêwendiyên xwe yên navneteweyî pêk anî; ji her alî de monopolek û otorîterîzmek ava kir. Hebûna neteweya kurd û kêmneteweyan red kir; hemû mafên wan xesip kir. Dewletê bawermendiyek û mezhebek fermî pejirandin, ol û mezhebên din rewa nepejirandin. Siyaset û îdeolojiyek û kemalîzm pejirand, hemû nerînên din qedexe bûn. Dîsa hat gotin ku li Tirkiyeyê çîn û tebeqeyêrn civakî yên cihê tûne ne.
Heta nûha jî makezagon ji bona ev konsepta Tirkiyeyê hatine çê kirin. Loma jî qet demekê makezagonên hatine çêkirin, nebûne makezagonên kurdan.
Loma jî, di her şertî de makezagonek nû çê nebe, ji bona kurdan nayê wateyek nû û mijarek nû.
Makezagon, peymana civakî ye. Ew kesên bi hev re dixwazin bijîn, di nav xwe de vê peymanê pêk tînin, maf û berpirsiyariyên xwe diyar dikin; li ser pîvanên wekhevî û edalet û azadiyê dewleta xwe ava dikin.
Li Tirkiyeyê jî, divê makezagon bibe peymana civakî ya kurdan, tirkan, kêmneteweyan; fikrên cûda; ol û mezhebên cûda.
Hezar mixabin dema perspektîfa hikumetê û partiyên siyasî; felsefe û mentalîteya giştî ji ber çav derbas bibe, gelek bi hêsanî tê tespît kirin ku makezagonek nû dê çê nebe.
Ew jî di helwest û stratejiya kurdan de dikare gûhertinek gelek girîng pêk bîne. Lewra dema ku kurd û tirk wek du miletên wek hev bi hev re bijîn, stratejî û helwest li hemberî makezagonê cihê dibe. Wê demê kurd gor wê stratejiyê xwe rêdixin û helwesta xwe gor vê diyar dikin.
Dema ku miletê tirk ne amade be ku bi kurdan re di çeçeweya wekhevî de bijîn, wê demê li pêş kurdan stratejiyek din dibe. Kurd wê demê mecbûr in ku mafê çarenivîsiya xwe di çerçweya dewleta serbixwe de diyar bikin. Rêxistinbûn û awaya xebatê gor wê stratejiyê diyar bikin.
Ez bi xwe di wê baweriyê de me ku di sedsala 21-an de miletê kurd bi rêya siyasî û bi xebatek siyasî sivîl û aşitîxwaz dikare dewletbûna xwe daxwaz bike, ji vê stratejiyê encam jî dikare bigre.
Di van rojên dawî de wek her demê Serokê Dewleta Federe ya Kurdistanê di derbarê çarenivîsiya miletê kurd û di yekîtiya miletê kurd de nerînên gelek girîng anî ser zimên.
Serok Barzanî dibibêje ku “miletek heta dawî bi zorê parçebûna xwe nadomîne, di heman dem de jî du milet bi zorê bi hev re nikarin bijîn. Elmanya bi zorê bûbû du beş, di encamê bû yek beş û miletê elman yekîtiya xwe pêk anî. Li Çekoslovakyayê bi zorê du milet bi hev re heta dawî nejiyan, ji hevûdu qetiyan û dewletên xwe yên serbixwe ava kirin. Miletê kurd jî dê demekê yekîtiya xwe ava bike, dê bibe dewletek serbixwe.”
Ez bi sedî-sed bi nêrînên Birêz Mesud Barzanî re me.
Eger berpirsiyarekî hikumetê yê qarîzmatîk wek Bulend Arinç, bibêje ku zimanê kurdî zimanê medeniyetê nîn e û zimanê kurdî nikare bibe zimanê perwerdayîyê” ev yerka aşkere tê wê wateyê ku dewlet/hikumet naxwaze ku makezagonek nû çê bike.
Amed, 30. 03. 2012
Îbrahîm GUCLU