Nivîsar

Pêşangeha Hewlêrê weşanxaneyên Bakur negirtin nav xwe

7emîn pêşangeha navdewletî ya pirtûkan a Hewlêrê, bi beşdariya zêdetirî 350 weşanxane ji 15 welatên cîhanê hat vekirin. Lê weşanxaneyên Bakurê Kurdistanê di vî warî de gazinda dikin. Nivîsek li ser rewşa Pêşengeha pirtukan li Hewlêr û weşanxaneyên kurd li Bakur di malpera Diyarnamê de hatiye weşandin. Pêwiste ev helwesta ku li himber weşanxaneyên Bakur hatî danîn bê lêpirsîn û bersivek ji bo weşanxaneyên ku kurdî latînî weşanê dikin taybetî yên Bakur bête dayîn.

Em nivîsa ku di vê derbarê de ji aliyê Cemil Oguz ve hatî weşandin belav dikin û hêviya bersivekî ji berpirsên pêşengeha  navdewletî ya pirtukan li Hewlêrin.

Nûçeya peywendîdar:

https://rojevakurd.com/kultur/9904-7emn-pangeha-navdewlet-pirtkan-Hewlr.html

 

Pêşangeha Hewlêrê weşanxaneyên Bakur negirtin nav xwe

Pêşangeha Pirtûkan a Hewlêrê ku bi beşdariya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Dr. Berhem Salih û gelek nivîskaran vebû, digel ku pêşî ew vexwendibûn jî ji Bakur weşanxaneyên kurd Avesta û Nûbihar; dîsa ji Rojhilat û Rojava jî weşanxaneyên kurd negirtin nava xwe. Di fûarê de 330 weşanxane cih girtine mixabin tenê sedî dehê van weşanxaneyên kurd in.

Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Hewlêrê îsal 7’emîn car li dar ket. Pêşangeha ku roja 2’yê vê mehê vebû heta 11’ê mehê dê vekirî be. Di vekirina Pêşangeha Pirtûkan a Navdewletî ya Hewlêrê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Dr. Berhem Salih, gelek nivîskar û dezgehên çapemeniyê yên Kurdistan amade bûn. Pêşangeh bi piştgiriya Wezareta Rewşenbîrî tê lidarxistin.

Di pêşangeha pirtûkan de îsal 330 weşanxane hene û di nav van de tenê 32 weşanxaneyên kurd in. Li bajareke kurdan, di pêşangeheke kurdî de tenê sedî 10 weşanxaneyên kurd cih digirin ku ev yek berevajî pêşangehên dinyayê ye û ji bo weşangeriya kurdî jî rewşeke ne baş e. Û bi ser de jî pêşangehên ji parçeyên din ên Kurdistanê, ji Bakur, Başûr û Rojhilat weşanxaneyên kurd negirtine nav pêşangehê. Weşanxaneyên kurd ji vê yekê bi gazinc in.
Li gor agahiyên ku me bi dest xistin ji rojhilatê Kurdistanê 14 weşanxaneyan serî lê dane, lê tenê yek hatiye qebûlkirin, ku wan jî ji ber ku weşanxaneyên din negirtine nav pêşangehê, pêşangeh şermezar kiriye û beşdar nebûye.

Ji kurdên Sûrî û Tirkiyeyê weşanxane negirtin

Ji rojavayê Kurdistanê jî weşanxaneyan serî lê daye lê ew jî negirtine nav pêşangehê. Ji Bakur jî digel Weşanxaneya Avestayê û Weşanxaneya Nûbiharê bi organîzetoran re ketine nav têkiliyê, pêşî gotine ‘Temam e, ji bo beşdariyê cihê we amade ye’ jî paşê ew negirtine nav pêşangehê. Wekî sedema negirtinê ‘hûn dereng man’ nîşan dane lê berpirsên weşanxaneyan diyar dikin ku rewş ne wisa ye. Jixwe li Tirkiyeyê, di serî de Pêşangeha Pirtûkan a Stenbolê, pêşangehên bajarên din jî heta du hefteyên dawî jî pirtûkxaneyan digirin nava xwe.
Yek ji îdîayan ew e ku nexwestine pirtûkên bi latînî bigirin nav pêşangehê. Yek ji îdîayan jî fikrên îdeolojîk di sazkirina pêşangehê de serdest e. Sedem çi be jî weşanxaneyên kurd negirtine nava pêşangehê.
Me li ser meseleyê bi Xwedî û edîtorê Weşanxaneya Avestayê Abdullah Keskin û Xwedî û edîtorê Weşanxaneya Nûbiharê re xeber da.

A. Keskin: Temsiliyeta kurdî ji erebî û farisî kêmtir be tiştek ne baş e.

Xwedî û edîtorê Weşanxaneya Avestayê Abdullah Keskin negirtina weşanxaneyan nav pêşangehê hem wekî trajîk, hem wekî komîk bi nav dike, dibêje ku li dinyayê fûarên pirtûkan sedî 90-95 bi beşdariya weşanxaneyên wî welatî li dar dikevin û encax sedî deh ji derveyî welat weşanxane beşdar dibin. Pêşangeha Pirtûka a Hewlêrê berevajî vê yekê têde tenê sedî 10 weşanxaneyên kurd hene ku ji parçeyên din ên Kurdistanê weşanxane venexwendine.
Keskin dibêje ku îsal ez nizanim lê salên borî weşanxaneyên beşdar bûn tenê weşanxaneyên ereb bûn û ew jî ne weşanxaneyên cidî û xurt bûn. Keskin wisa didomîne: “Dibêjin Oksford (Oxford) beşdar dibe. Salên borî ez baş dizanim, li Sûrî, Îran kesek pirtûkên Oksfordê bi korsanî çap dike li ser navê wê beşdar dibe. Ev korsan in. ev aliyek meseleyê ye. Fûarek tu navê wê deynî navdewletî, wezaret beşdar bibe ku hikumet mesrefek mezin lê dike, temsîliyeta kurdan têde herî kêm be, temsiliyeta kurdî ji erebî û farisî kêmtir be tiştek ne baş e. Herî zêde îhtîyaciya kitêbên kurdî li vir heye.”

Weşanxaneya Avestayê ku ev dor 15 sal in weşanê dike, heta niha ji bo beşdariya Fûarên Pirtûkan ên li Tirkiyeyê bibe gelek zehmetî kişandiye. Keskin balê dikişîne ser vê yekê û dibêje: “Heta niha gelek zehmet bû em beşdarî fûarên Tirkiyeyê bibin. Niha hinek din rewş baş bûye. Me tam digot ev rewş guherî, vê carê li Başûr tiştê herî xirab çêbû. Heta niha wekî ku wexanşaneyên kurd li Bakur tunebin tevgeriyan. Heta niha yek weşanxaneyek ji Bakur dawet nekirine. Herhal em kurd in, em bi kurdî weşanê dikin loma em nehatin vexwendin.”

Başûr pirtûkên nivîskarên Başûr nabînin

Avestayê ji Ferhat Pîrbal, heta Bextiyar Elî, heta Şêrzad Hesen, heta Antolojiya Çîrokên Başûr, gelek pirtûkên  nivîskarên kurdên Başûr weşandine. Keskin balê dikişîne ser van pirtûkan û wiha didomîne: “Çawa van nabînin, çawa em nayên bîra wan em fêm nakin. Kurdên me yên Başûr bi xwe Tirkiyeyê wekî welatek girîng dibînin, em li vê derê weşanê dikin çawa me nabînin? Gelo tenê ji bo em bi kurdî weşanê dikin me nabînin? Me texmîn nedikir tiştek wisa bibe. Li Tirkiye, ji gelek pêşangehen pirtûkan gelek dawetname ji me re tên, ji Frankfurtê her sal dawetname tê ji me re, lê ji Hewlêrê tiştek wisa nabe. Îsal pêşî em dawet kirin, lê em negirtin nav. Ger derfetên we tune, hûn çima me dawet dikin? Li aliyek organîzator me dawet dikin, em dixwazin têkilî baş bibe, tam em dibêjin temam em tên, vê carê wisa dibe. Di vir de tu cidiyet tune ye. Sedem wekî derengî nîşan dane. Mînak li Stenbol û li Amedê pêşangehên pirtûkan heta kêliya dawî jî weşanxaneyan digirin nava xwe. Ev çawa derengmayîn e?”
Abdullah Keskin balê dikişîne ser weşanxaneyên Rojhilat jî ku ew jî negirtine nav pêşangehê û vê pirsê dike: “Li welatê kê, tu henekên xwe bi kê dikî? Serokwezîr diçe pêşangehê vedike, çawa dibe, çawa weşanxaneyên kurdan nagirin nav pêşangehê?”

S. Çevîk: Gere hemû weşanxaneyên kurd dawet bikira

Xwedî û edîtorê Weşanxaneya Nûbiharê Suleyman Çevîk dibêje şîrketek lubnanî pêşangehê çê dike, li Başûr jî weşanxaneyek organîze dike û dibêje ku wan xwestiye beşdarî pêşangehê bibin, ji bo vê yekê jî têkilî danîne. Çevîk wisa didomîne: “Me xwest em beşdar bibin. Pêşî gotin temam, cihê we amade ye. Em navê wî nebêjin, ji organîzatoran kesek hatibû Konferansa Ziman a Amedê, li wir jî me hev dît, me xeber da. Got; ‘Temam, ez herim ezê li we bigerim.’ Negeriya. Em geriyan. Dîsa gotin temam, dûre deng derneket. Em dîsa geriyan vê carê gelek lêborîn xwest, lê em negirtin nav pêşangehê. Weşanxaneyên ereban bin cih de qebûl dikin, yên kurdan bin nakin. Ez nikarim bibêjim Başûr wisa wisa kir, em kesî sûcdar nekin lê vaye wisa bû. Ji Sûrî jî weşanxaneya kurd Darulzeman negirtine”.

Suleyman Çevik negirtina weşanxaneyên Avesta û Nûbiharê ji bo nav Pêşangeha Pirtûkan a Hewlêrê wekî tiştek xelet dibîne û wisa dibêje: “Di her rewşê de ev tiştek xelet e ku em negirtine. Gere bi kêfxweşî ji kurdên Tirkiyê weşanxane bigirta. Gere ew bihata lava bikira ku em herin beşdarî pêşangehê bibin; me lava kir jî em negirtin. Lexetî di vir de ye. Ev tiştek xelet e. Gere hemû weşanxaneyên vir dawet bikira.”

 Cemil Oguz

 

(Diyarname)

Back to top button