Nivîsar

Di pirsa kurd de piraniya ronakbîrên Tirk li kêleka dewleta nijatperest cih digrin

Li Ser Hevpeyvîna Taner Akçamî

Îsmail Beşikçi

Di rojnameya Tarafê de, di 12-14ê Adara 2012an de, hevpeyvîna ku Neşe Düzelê bi Taner Akçamî re kiribû weşiya. Min vê hevpeyvînê bi behitî xwend.  Taner Akçamê ku di kuştina Hrant Dinkî de, di doza Hrant Dinkî de, Ergenekonê rexne dikir, ji İttihad û Terakki vir ve, bi tûndî li hember polîtîkayên Ergenekonê derdiket,  dema ku mijar dibe Kurd polîtîkayên Ergenekonê û sepandinên wê dipejirîne û dixwaze Kurdan bitirsîne. Digot: “Bi mafê takekesî qîma xwe bînin, jê zêde nexwezin, an na dê xwîn laşan bibe.” Ev bi wateya gotinên Ergenekonê ne. Wiha digot:
 
“Xweserî,di bingeha xwe de lêgerîna çareseriya etnîkî ye. Ev, dendika dewleta netewî ye. Ev nerm dewlet e. Bi çareseriyeke wiha re di herêmê de dê xwîn laşan bibe.”
“Çareseriyek bi rêya otonomiyê, hem di nava Tirk û Kurdan de, hem jî di nava dewleta Tirk û Kurdan de bibe sedem ku bi girseyî qetlî’am çêbe.Bi kurtî, avakirina herêma xweser şer bi xwe re tîne.”
“Li gor etnîkî cihêbûn, dê rê li ber qetlî’aman veke.”
“Dunya, êdî rê nade sazkirna dewletên netewî.”
 
Daxwaza Kurdan a ku mafê wan î civakî ye, çima dibe sedem ku holê bike gola xwînê. Bi rastî ne pêwist e ku mirov dewletê jiber mafên xwezayî yên Kurdan desteser kiriye rexne bike?  Pir zelal e ku ev helwest, helwesteke nejatperestî û mêtingehkarî ye.  Li hember îdeolojiya fermî, li hember dewletê di mijara Kurdan de Taner Akçamî tu rexnekî neke û rabe Kurdan bo mafên xwe yên xwezayî nexwezin, bi gola xwînê bixwaze bitirsîne, ev helwesteke balkêş e.
 
Taner Akçamî di hevpeyvînê de dibêje “ Edî dinya destûr nade dewletên netewî bên ava kirin.”
 
Ev,ne helwesteke rast e. Ev dîtin ji bo heşê Kurdan tevlihev bike û bêhêvî beke ji layê rewşenbîrên Tirkan ve hatiye îcad kirin. Di vê mijarê de piraniya ronakbîrên Tirk li kêleka dewleta nijatperest û mêtingehkar cih digrin.
 
Hêna par di 2011an de, Başûrê Sudanê, ji Sudanê veqetî û dewleta xwe ya serbixwe avakir. Kosova û Karadağ, çend sal berê,  ji Sırbistanê veqetîn û dewletên xwe yên netewî avakirin. Bo ku ‘Erebên Filistînî ji desthilatdariya   İsrailê xelas bin û dewleta xwe ya serbixwe avakin civaka navnetewî di hewldanên mezin de ye. Vê alîkariyê dewletên ‘Ereb jî, dewletên Ewropî jî dikin.Bo ku Eritre ji Etiyopyayê biqete û dewleta xwe ya serbixwe ava bike 20 sal jî najot.
204 dewlet beşdarê Olimpiyatên li Atina yên 2004an  bûn. Lê hejmara dewletên beşdarî olimpiyata 2008an a Pekinê bûn gihîşt 206an. Wek tê zanîn hejmara beşdarên olimpiyata  2012an a Londrayê dê bêtir bin. Ev çi nîşan dide?  Nîşan dide ku her diçe hejmara dewletên netewî bêtir dibe. Ençex “biratî” ya k udi pêwendiyên navnetewî de tê gotin bi vî awayî pêk tê. Heta ku her netew nebe xwedî desthilatdariya xwe “yekîtî-wekhevî” pêk nayê.
 
Îro li dinyayê  208 dewlet. Ji vana192yê wan endamê NYê ne. Ji vana belbî serjimara 40 dewleta nagihîje milyonekî. Di dinyayê de hin dewletên ku serjimara wan hezar, deh hezar û sih hezar jî hene. Di Konseya Ewropayê de ku xwedî 47 endame, serjimara dewletên Andora, San Marino, Monaco, Liechtenstein  li dora 30-40 hezariye. Ev dewletên ha endamên NYê ne jî. Di YEya ku xwedî  27 endaman e de, serjimara dewletên wek Luxemburg, Malta, Kibris nagihîje milyonekî. Serjimara Luxemburg û Maltayê li dora nîv milyonê ye. Serjimara Kibrisê bi Rum û Tirkan nagihîje milyonekî. Di YEyê de, dewletên wek Slovenya, Sovakya, Estonya, Letonya, Litvanya, xwedî  2-3 milyon serjimarê ne. Lê, Kurd, di Rojhilata Navîn de xwedî serjimareke ji 40 milyonan zêdetir in, di pêwendiyên navnetewî de xwedî statuyekî jî nînin. Li Başûrê Kurdîstanê rewşa Hikûmeta Herêmiya Kurdîstanê divê cuda bê nirxandin.
 
Di YEyê de bes serjimara Almanya, Fransa, İtalya, İngiltere û İspanyayê ji serjimara Kurdên ku li Rijhilata Navîn dijîn zêdetir e.Belbî serjimara Polonyayê bi qasî ya Kurdan hebe. Serjimara 13 dewletên YEyê ku man wek Belçika, Hollanda, Danimarka, Yunanistan, Portekiz, İrlanda, Bulgaristan, Romanya,  Avusturya, Macaristan, İsveç, Finlandiya, Çekya hin jê nivê serjimara Kurdan in, hin jê jî ne sêyeka Kurdan in jî.
 
Tevî van hemuya, tevî serjimara mezin, nexwedî bûna statuyeke kurdan, hêna jî Kurd bi xwestinên heq, hiqûq,  dad, azadî, wekhevî naynên nirxandin; bi termên “terorê” nirxandina wan mijareke ji balan ne dûr e. Ji alîkî din ve firehiya xaka van dewletan, bi qasî bajarokekî Kurdîstanê jî nîne.
 
Ew gav polîtîkayên li dijî Kurdan û tûrikê lanetê çawa xistin serê Kurdan dibin mijarên balkêş.
 
Kurd û Kurdîstan, di salên1920an de, di serdema Cemiyet-i Akvam (Koma Miletan) de hatiye dabeş kirin, perçe kirin, parve kirin. Du dewletên emperyalên wê serdemê, Britanya Mezin û Fransa ne, ku vê projeyê çêkirine û kirine jiyanê. Her du dewletên ku vê projeyê çêkirin û kirin jiyanê, Britanya Mezin û Fransa, bi rêveberiyênTirk, ‘Ereb ve Faris yên Rojhilata nêzîk û Rojhilata Navên re di nava hevkariyê de bûne. Her du dewletên emperyalên pêşketî Britanya Mezin û Fransa bi dewletên kevnareyên Rojhilata Navîn Împaratoriya Osmanî û dewama wê Komara Tirkiyeyê, Împaratoriya Îranê û dewama wê Şahînşahiya Îranîya Nû re bi awayek organîze kirî li ser serê Kurdan kombûne.
 
Di salên1920an de, Koma Miletan, bi mebestên wek avakirina aşîtiyê di nava miletan de, çareserkirina nakokiyan bi rêyên aştiyane hatiye avakirin. Kurdîstan û Kurd di rewşeke wiha de hatiye dabeş kirin, perçe kirin û parvekirin. Kurd û Kurdîstan ji layê lîderên Yekîtîya Sowyetan,  ji layê Serokê DYEyê, Woodrow Wilson ve, di serdemeke ku bêtirîn li ser heqê diyarkirina dahatuya xwe ya netewî  dihat axavtin de, hatiye dabeşkirin, perçe kirin û parve kirin.
 
Koma Miletan, ew aştiya navnetewî ya ku jê dihat hêvîkirin pêk neanîye, şerê Cîhanîyê Duwem ranewestendiye. Koma navnetewî, piştê şer dîsa hewl daye ku aştiyeke navnetewî saz bike, bi vî awayî NYê saz kiriye.
 
Piştî ku NY hat damezrandin û dest bi xebatê kir, di pergala siyasiya dinyayê de guherînên mezin pêk hatin. Wek mînak, berî Şerê Cîhanî yê Duwem, li ‘Erîkayê bes du dewletên serbixwe hebûn. Di dawiya salên 1950yan de,di salên  1960an de ev hejmar zêde bû. Îro li ‘Efrîka  57 dewletên serbixwe hene. Lê, li Kurdîstanê tu tişt neguherî. Bêstatuya Kurd û Kurdîstanê domand. Rewşeve ku di salên 1920an de, di salên1940an de jî Kurd li ser piyan bûn.  Di salên 1920an de, Şêx Mehmûdê Berzencî, li Başûrê Kurdîstaê, di salên 1940an de, Qazî Mihemed, li Rojhilatê Kurdîstanê tevgera netewî afirandibûn. Lê, ne di salên1920an de, ne jî di salên 1940an de, hewara Kurdan negihîşt guhê koma navnetewî. Rewşa mêtingeh bûneke navnetewî ya  Kurd û Kurdîstanê, bêstatubûnek ku ji mêtingehî jî kêmtir bû, wisa hat parastin. Koma nav netewî ji bo vê rewşê biparêze di nava hewldanên mezin de bû.
 
Neşe Düzelê, ji Prof. Dr. Taner Akçamî dipirse: “Çima Kurdan tevgerek demokratîk neafirandin?” “Di navber de salên dirêj bihurîn. Çima hê jî Kurdan tevgereke demokratîk nikaribiye biafirînin?” Li gor qen’eta min ev pirs çewt in. Divê pirsa bingehîn ev be:“Çima Tirkiye nabe xwedî sîstemeke siyasî ya demokratîk?”  “Tevî ku salên dirêj bihurîne jî çima Tirkiye nikare rejîmeke siysiya demokratîk pêk bîne?”Prof. Taner Akçamî,  ji dewleta ku li Kurdan zilmê dike re, ji polîtîkayên zalîmane yên dewletê re, ji ideolojiya fermî re rexneyek biçûçik jî  nekiriye. Kurdên ku doza mafên xwe yên xwezayî dikin tên rexne kirin. Kurd bi navê dewletê tên tirsandin, da ku ji dervayê mafên takekesî tu maf nexwazin, di vê mijarê de Kurd tên hişyar kririn. 
 
Wek li jor jî me anî zimên pirsa bingehîn, di salên 1920an de dabeşkirin, perçe kirin û parve kirina Kurd û Kurdîstanê ye. Helwesta  Prof. Taner Akçamî ya di derbarê sîstema navnetewî û têgihîştina wê de bêlêpirsîn balkêş e. Li hember daxwazên heq, hiqûq, ‘edalet, azadî û wekhevîyê, bi kar anîna zimanê dewletê, zimanê Ergenekonê wek “herder dê bibe gola xwînê”,“xwîn dê laşan bibe” û hwd. rewşeke mirov diheyirîne. Pirs tam di vê noqtê de ye. Tê ziman ku  xwestina mafên xwezayî, xwestina heq-hiqûq, xwestina ‘edalet û wekheviyê dê herder bike gola xwînê. Ew dem ne pêwist e, mirov rexneya helwesta dewletê, ya îdeolojiya fermî ya ku li dij demokratîkbûnê ye bike? Gelo çima xwestina mafên xwezayî her cih dike gola xwînê? Divê ev pirsên han di heman demê de ji Neşe Düzelê jî bên kirin.
 
Mafê dahatuya xwe diyarkirin nedana Kurdan tê wateya“bi zorê ezê Kurdan bi rêve bibim”, wek Recep Maraşlıyî gotibû, ev têgiheke ku Kurdan dixe zîmeta Tirkan. Ya girîng ew e ku şert û mercên ku Kurd bi azadî karibin dahatuya xwe diyar bikin bên amadekirin. Kurd dê sîstemeke çawa ava bikin, ew karê Kurdan e.
 
Di vê mijarê de mudaxele kirin xebata li serê Kurdan meznatî kirin çewt e.
 
Di salên 1920an de, di serdema Koma Miletan de, dabeş kirin, perçe kirin û parvekirina Kurdîstanê va nîşanê me dide: Komek an netewek di serdemeke diyar a dîrokê de ger bi dabeşkirin û parvekirinê re rûbirû bimîne, ew, êdî pêvajoyeke ku herdem xwe hildibirîne, zêde dike, diafirîne. Pêvajo, bi dabeşkirina xaka welat re hêdî hêdî dabeşiya êlan malbatan heta ji malbatek dabeşiya birayan jî bi xwe re tîne. “Di  Tîrmeha 1943yan de, bûyera li navçeya Wanê Ozalpê ji layê Org. Mustafa Muğlalı ve bi 33 guleyan”, di dawiya Kanûna 2011an de, 34 gundiyên Roboskiya Qilabanê bi bombebrana balafiran hatin qetil kirin jî bûyerên wek mînakên dabeşkirinê ne.
 
Kurdîstan cara pêşîn di çaryeka sedsala 16an de, di navbera Împaratoriya Osmanî û Împaratoriya Îranî de bi fi’îlî hatiye dabeş kirin û parve kirin. Di sedsala 17. de, di 1639an de, bi peymana Qesra Şîrîn kete fermiyrtê. Beşa Kurdîstanê ya ku ket bindestê Îranê, di pêvajoya şerê Ûris û Îranî di salên 1812-1813 û 1826-1828an de,  dabeş bû. Bakurê Rojhilatê Kurdîstanê ket bin dagirkariya Împaratoriya Ûris.
 
Dabeşkirin perçekirin û parvekirina Kurdîstanê ya salên 1920an, ya di serdema Koma Miletan de, dabeşkirn û parvekirina sêyem bû. Ev rewş li ser Kurdan bandoreke weka mirovekî ku qaqotê wî perçe bibe û mejiyê wî belav bibe, kir. Pirsa dabeşbûn, perçebûn û parvebûnê ne tenê pirsa Kurdan e; wek mînak pirsa Ermenan e jî. Ermenîstan jî di nava Împaratoriyên Osmanî, Îranî û Ûrisî de hatiye parvekirin, divê ev jî ji bala mirovahiyê bi dûr nekeve.
 
Dîsa mînakek balkêş, Kurdîstana Sor e ku di nava Karabax û Ermenîstanê de cih digirt,di salên 1923-1928an de, jiyabû. Kurdîstana Sor a ku li ser axa Laçîn, Qelbecer, Kubatli, Cebrail, Zengilan ava bûbû, çima û çawa hat hilweşandin, Kurdên Kurdîstana Sor bo çi ber bi Komarên Tirkî ve hatin sirgûnî kirin, helbet mijarên girîng ên ku divê li ser wan bê rawestin. Ev jî awakî din yê dabeşkirin, perçekrirn û parvekirinê ye.
 
Di navbera pirsa Kurd/Kurdîstanê û pirsa Ermeni/Ermenistan, Süryani, Rum-Pontus  de pêwendiyên pir zêde jî hene.
 
Li vir mijarek din girîng jî heye ku sûd di balkişandina ser wê de heye. Ew jî ev e: Ronakbîrê Tirk Taner Akçamî, Prof. Dr. Taner Akçamî çima li hember Kurdan, li hember pirsên Kurd/Kurdîstanê ewqas bêawaye? Çima di pirsa kuştina Hrant Dinkî de, di doza Hrant Dinkî de, di pirsên Ermen/Ermenîstanê de Ergenekon dihat rexne kirin û dema Kurd tên rojevê bi zimanê Ergenekonê tê axifîn û wek Ergenekonê tevdigerin. Sedemê bingehînê viya ew e ku Kurd, bi taybetî jî rewşenbîrên Kurdan, di mijara xwe de, di mijara mafên xwe yên civakî, mafên xwe yên netewî de ne xwedî helwesteke hestewar/zanayî ne. Bi nitûqên  “biratiyê” dixapin.  Lê, nifşê Kurdên ku tên dê ne wiha bin. Ew, di xwestina heq-hiqûq, ‘edalet, azadî û wekheviya Kurdan de, bêtir biisrar û bibiryar in. Ev pir zelal e.
 
Wergêr: Ahmed KANÎ

(Rizgari)

Back to top button