Cîhan

Serok Barzanî Û Barack Obama Civiyan

Demjimêr du yê piştî nîvroya  04.04.2012 Çarşem bi dema Washingtonê li Koşka Spî, Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê birêz Barak Obama Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Emerîka ve bi germî hate pêşwazî kirin.

Li hevdîtina di navbera her du aliyan de rewşa Iraq û navçeyê û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Emerîka hate guftûgokirin.

Paşê her li Koşka Spî firavîneke rêzlênanê li ser xatirê Serok Barzanî hate amade kirin.

Back to top button