Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnav, piştî hevdîtinên xwe yên li Îranê û Herêma Rojhilatê Kurdistanê vegerîya Hewlêrê û daxuyand ku di nava 2 mehên bê de derîyekî nû di navbera sînorê Herêma Kurdistanê û Îranê de tê vekirin.

Parêzgarê Hewlêrê di berdewamîya daxuyanîya xwe de diyar kir ku amadekarî ji bo deriyekî nû yê sînor di navbera bajarokê Sîdekan a ser bi Rêveberîya Xweser a Sorana Hewlêrê û navçeyên Şino yên Rojhilatê Kurdistanê de tên çêkirin û got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû amadekarî ji bo vekirina deriyê sînor kirin û Komara Îslamî ya Îranê jî li ser vê yekê cidî ye. Ji bo vê jî di nava du mehan de deriyê sînor ji çûn û hatinê re tê vekirin”. 

Di hevdîtinên şandên Îran û Herêma Kurdistanê de, nebûna ala Kurdistanê li salonê bûbû sedema rexneyan.

Walî Xosnav di vê derbarê de got: “Me rexne û nerehetîya xwe di vê mijarê de pêşkêşî rayedarên Îranê kir. Wan got ku ti hesasiyeta wan li hember Herêma Kurdistanê û ala Kurdistanê nîn e. Wan diyar kir ku ew tenê ji ber xeletîyek protokolê bû”.

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: