
Çalakvana Kurd a Êzîdî Nadiya Mûrad, ragihand ku 6 jinên din ên Kurdên Êzîdî yên ku li Şengalê ji alîyê çeteyên DAIŞ ve hatibûn revandin, hatin rizgarkirin.
Xwedîya Xelata Aştîyê ya Nobelê, Balyoza Niyeta Baş a Neteweyên Yekbûyî Nadiya Mûrad, li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek da û go: “Piştî lêkolînên dûr û dirêj, ez bi kêfxweşî radigihînim ku me 6 jinên din ên Êzîdî yên ji destê DAIŞrizgar kirin”.
Mûrad, herweha got: “Jinên ku ji Iraqê bi qaçaxî derbasî Sûrîyê bûne, danê vê şemîyê hatin rizgarkirin. Ew vegerandin Hewlêrê ji bo ku bi malbatên xwe re bên cem hev û hemû alîkarîya derûnî ya ku ji wan re lazim e bê dayîn. Ev rizgarbûn bêyî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ne pêkan bû. Bi avakirina ofîsek taybet ji bo rizgarkirina jin û keçên Êzîdî yên revandî, wî alîkarîya gelek kesan kir ku ji destê DAIŞ rizgar bibin”.
Li gor daneyên Ofîsa Rizgarkirina Êzîdîyan a Adara 2023an, DAIŞ di Tebaxa 2014an de li Şengal û derdora wê 6 hezar û 417 Kurdên Êzîdî revandin. Ji van 3 hezar û 548 jin û 2 hezar û 869 jî mêr in. Li gor heman daneyan heta niha 3 hezar û 562 kes ji wan hatine rizgarkirin û 2 hezar û 693 kes jî winda ne.