Nivîsar

Deq a dîrokî ji dest diçe

Cemal BATUN

Rewşa li Rojhilata Navîn ji demekê ve rû dide, deqên dîrokî yên gelek girîng li pêş doza rewa ya azadiyê ya Neteweyê Kurd vekir. Li aliyekî destkeftiya keyana Herêma Federe ya Kurdistanê, li aliyekî din aloziyên di heremê de rûdayî: bi taybetî rewşa Suriye, nakokiyên di navbeyna Rojava û Komara Islamî ya Iranê de, rewşa enerjiyê ya Kurdistanê û birêvebirina siyaseta zanyare ya desthilata Herêma Kurdistanê, pirsgîrekên di navbeyna welatên dagîrkerên Kurdistane de rûdayî û h w d, ev deq a dîrokî wekî proses di pêvajoyek durûdirêj de raxist û îmkanên berçav anîn pêş doza Kurd.

Mixabin, bi taybetî realiteya îro li Rojavayê Kurdistanê heyî: rewşekê diyar dike ku ev deq ên dîrokî ji dest biçin. Piştî ku ev imkan ji dest çûn poşmanî jî kiryarên van rojan: van deqên dîrokî di berjewendiya doza Kurd bi paşve venagerîne!

Helwêsta Qendîl û PYD ku Rojava tenê di bandora xwe de bihêle, li gel her metodî rê li ber rikberiya Kurd/Kurdistanê ya derveyî xwe bigire, di şanoya navneteweyî de rengek ”dostane” ya tevgera Kurd li gel rejîmê bide diyarkirin, bi rêya kontrapropandayên ku komunistên salên 70-yî lidar dixistin, derbasî pratik a Rojavayê Kurdistanê bike: tengasiyên mezin li pêş deq a dîrokî li Rojava derdixe pêş! Doza Kurd li Rojava xwedî dîrokek durûdirêj e, xwedî misyon û dîrokek gelek qedirgiran e! Rêzgirtina vê dîrokê erk a her tevgera siyasî ye! Ji ber ku ev dîrok ji alî gelê me yê berxweder li Rojavayê Kurdistanê ve hatiye nivîsîn!

Wekî min di destpêkê de jî diyarkirî, rewşa herêmê aloziyên li Rojhilata Navîn di çarçoweya  pêvajoyek berfereh de fersend li pêş tevgera Kurd derxistine. Nirxandina vê pêvajoyê bi awayek rast, dikare encamên gelek erênî ji bo doza tevgera Kurd derxe.

Ger PYD rêya dostaniyê li gel tevgera siyasî ya Kurd li derveyî xwe li Rojavayê Kurdistanê bigere û pêvajoya aştiyane li gel brayên xwe li Rojava biperîjine, deskefta Rojava hîn jî dikare biser bikeve!

Her kesek û bi taybet Kurd dizanin: bi qedexekirina xebata tevgera Kurd ya neteweyî / demokratîk ku xwe di misyona PDK / Suriye de binav dike, qedexekirina bibîranîna Serokê Neteweyî yê Kurd Serok Barzaniyê Nemir, kontrapropandayên hemberê PDK, lê bêdengî heta piştgiriya xwepêşandanên diktator Beşar Esed, di pratikê de xebata hevbeş li gel rejîmê li kantonên PYD – ne di berjewendiya gel û doza Kurd de ne!

Pirsa berjewendiya neteweyî ku di yekrêziya tevgera rewa ya Kurd de derbas dibe – bi sedên salan in di rojeva gelê Kurd de ye. Tevgera siyasî ya Kurd heta neyête ser vê hesta neteweyî ya Kurd: dikare rojekê/demekê xwe serkeftî hîs bike(!) Lê, ya serkeftî dê her û her hesta NETEWEYÎ ya KURD be!

Stockholm: 18 Gulan 2014

Back to top button