Nivîsar

Demîrtaş vê carê gotinek ji xwe mestir got!

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê ji salekî kêmtir ji bo hilbijartina maye. Gelek pispor jî îdîa dikin ku dê hilbijartinên pêşwext bêne kirin. Biryara vê jî di detsê AK Partiyê de ye. Ak partî li gora xwe hinek senaryoya amade dike û dema bizanibe ku, dê serbikeve di cih de biryara hilbijartinên pêşwext dide.

Hem Desthilat hem jî muxalefet hemû hesabê zêdekirina dengên xwe li ser hilbijêrên Kurd çêdikin.Ji aliyek din ve herdu ali jî dixwazin bi awayekî dengên ku HDP werdigire ber bi xwe ve bînin. Hesab û kitab niha hemû li ser vê ye.

Ji aliyê PKK/HDPê ve rojane daxûyaniyên cuda têne dayîn. PKK AK Partî kiriye armanc û hemû siyaseta xwe li ser bingehê dijitiya Ak Partiyê dike û hewldide ku bi awayekî li gel CHPê di nava tifaqekî de cih bigre.Lê CHP raste rast li gel PKKê nade û nastîne. Ew jî dixwazin wek hilbijartinên şeradariya,bê ku,eşkere bikin tifaqî nehînî li gel HDPê pêkbînin.  

Bi awayek din CHP li ser Demirtaş re nêzikî PKKê dibe û AK Partî jî ser Ocalan re nêzikî PKKê dibe. Herdu ali jî ji bo dengên ku HDP werdigire aliyê xwe ve bînin hemû rêyekî mubah dibînin. Lê vekirî naleyzin.

Ji berî çend rojekî hevserokê berê yê HDPê Selahatin Demirtaş daxûyaniyek da û got ku, divê PKK ji dev çekan berde.. Bê guman ev gotin dikare di nava PKKê de serê Demirtaş gelekî biêşîne. Demekî Osman Baydemir jî behsa tiştekî bi vî awayî kirîbû. Lê Ocalan ev hetikand û gelek gotinên tund di derbarê wî de gotin. Baydemir hêdî devê xwe venekir û xwe bi temamî bê deng kir.

Niha heman tiştê Demirtaş dibêje, gotina Demirtaş hewldaneke ku behtir çepên Tirka û CHPê ikna bike. Lê Demirtaş jî dizane ku roja PKK ji dev çekan berde,ne PKK dimîne û ne jî Demirtaş bi xwe jî. PKK nanê xwe bi çekan dixwe. Ne ji çekan bûya ew hêzên PKKê xwedî dikin tu qîmetek nadan PKKê. 

Hêja ne Ocalan ne jî Qendil ev gotina Demirtaş ne nirxandine. Lê ev yek dikare tişta hatî serê Baydemir, bîne serê Demirtaş jî.    

Di rastiya xwe de di nava PKKê de Demirtaş ne figurek serekeye. Çarenûsa wî di gotinên Ocalan yan jî Qendil ve girêda ye.

Gelo ka Leyla Zana demekî di serê guvendê de bû, niha li kûye? Çi dike? Di nava PKKê de çi giraniya wê heye? Ji bo çi di cih de çilmisandin? Eger bersiva van pirsan bê dayîn dê rewşa Demirtaş jî baştir bê têgihandin.  

19.7.2022

Nêrîn/Şirove       

Back to top button