PolîtîkRojev

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Fransa li Iraqê kir

Li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Eric Chevallier Balyozê Fransa li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de ku Olivier Decottignies Konsolê Fransa li Hewlêrê jî amade bû, rewşa siyasiya Iraqê û pêşhatên dawî yên li nav proseya siyasiya Iraqê û pêkanîna hikûmeta nû guftûgo kirin.

Her li vê hevdîtinê de rewşa Şingalê û debara koçberan û pêwîstiya bi cîhkirina rêkeftinnameya Şingalê xistin ber behs û guftûgoyan.

Li beşeke dinê vê civînê de ronahî xistin li ser paşeroja Kurd li Sûriye û dilgiraniyên li ser egera operasyona serbaziya Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê xistin rû.

Her li vê hevdîtinê de ji bilî balkişandina li ser guftûgoya telefoniya di navbera Serok Barzanî û Serok Macron, tekez li ser berdewamiya peywendî û hemahengiya di navbera Hikûmeta Fransa û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin.

Back to top button