Polîtîk

DEMê rê li ber Başak Demîrtaş girt

Kebaniya Selahattin Demirtaş Başak Demirtaş ji bo şaredariya mezin a Stenbolê bûbû namzet. Lê xuyaye namzetbûna wê di nava partiya DEMê de bûbû pirsgirêkek mezin û ji ber vê jî bi taybet çepên Tirk û Kemalîstên nava DEMê li dijî namzetiya wê derketin.

Namzetiya Başak Demirtaş dihat wateya serketina namzetê AKP û Erdogan û têkçûna Ekrem Imamoglû û CHP. Dixuye ku ev yek li hesabê CHP û Kemalistên nava partiya DEMê nehatiye û ji ber vê jî li dijî namzetiya Demirtaş derketine.

Partiya DEMê daxuyand ku wan bi şêwir û mişêwir bi Demirtaş re li hev kiriye û Demirtaş namzetiya xwe paş de kişandiye. Herweha Serdana Sirri Sakik a girtîgehê bi Selahattin Demirtaş re jî di serê xelkê de gelek pirs çêkirin. Çima Sirri Sakik piştî biryara Başak Demirtaş serdana Selahattin Demirtaş kir û di hevdîtinê de çi zixt li Demirtaş hatin kirin kes nizane.

Back to top button