Civak

Metîner: Bela dersa Kurdî bibe dersa mecbûrî

Parlamenterê berê yê AK Partiyê Mehmet Metîner xwest ku li dibistanan Kurdî bibe dersa mecbûrî û ji bo zarokên Tirk jî bibe dersa hilbijartî.

Serlêdana dersên hilbijartî yên ku wê di sala perwerdehiya 2024-2025an de li Tirkiyêwek ddersên bijarte bên dayîn di 30ê Kanûnê de dest pê kir.

Serlêdanên ji bo zaravayên Kurmancî û Zazakî yên Kurdî wê heta 12ê Sibatê berdewam bikin. Endamê AK Partiyê Mehmet Metîner li ser hesabê xwe yê medya civakî parvekirina Dersa Hilbijartina Kurdî ya Parlamenterê HUDA PARê Serkan Ramanli nirxand. 

Metîner got: Bela dersa Kurdî ji bo zarokên me yên Tirk jî bibe dersa hilbijartî Metîner ev tişt anî zimên: “Ez hêvî dikim û dua dikim ku di serdema nû de li şûna dersa hilbijartî, li dibistanên me yên dewletê Kurdî ji bo zarokên me yên  Kurd bibe dersa mecbûrî û ji bo zarokên me yên Tirk jî bibe dersa hilbijartî”.

Back to top button