Çima DEM partî?
Grûpa Îmralî, grûpa Kemalîstên CHP û çepên Tirk, grûpa Qendîlê û grûpên Kurdên welatparêz (bingeh). Her sê grûpên sereke DEM partî ji xwe re kirine Hespê Trûva yê û her alîyek dixwaze DEMê bi alîyê xwe ve bikşîne.
Nûrî Çelîk
HADEP yanî bi navê xwe yê nû DEM partî bi piştgirî û rayên xwe xwînek mezin da partîya CHP û çepên Tirk. Çepên Tirk ên ku bi rayên Tirkan nikarîbûn bibin muxtarê gundekî, bi xêra HADEP û Kurdan bûn parlamenter û ketin meclîsê. CHP a ku nikarîbû bajarên mezin yên wek Stenbol, Enqere, Îzmîr, Adana, Antalya û bajarên din bi dest bixe, bi xêra HADEP û dengê Kurdan bûn şaredar. Lê herdu alîyan jî, ango CHP û çepên Tirk ên Kemalîst dev ji dewletparêzî û şovenîstîya xwe bernedan û weke ku Kurdan tiştek ji wan re nekiribin û himalê wan bin, kerr û lal man û hîna jî bi alenî, yanî bi eşkereyî naxwazin yan newêrin behsa Kurdan û heq û hiqûqê wan bikin. Çepên Tirk û Kemalîstên ku hefsarê HADEP û DEM partîyê xistine destên xwe, wek doh îro jî naxwazin Kurd siyasetek serbixwe û Kurdistanî bimeşînin û heta ji wan tê hewl didin siyasetmedarên ku piçekî bêhna Kurd û Kurdistanîbûnê ji wan tê îzole bikin û ji desthilatdarîya DEM partîyê dûr bixin.
Em tev dizanin bê HADEP û DEM a niha bi destê kê û ji bo çi hatiye damezirandin. Em tev dizanin ku DEM partî jî wek partîyên din partîyek sîstema dewleta Tirk e (Min HADEP û KCK bi şêwra MÎT ê ava kir- Ocalan hevdîtinên Îmralî – Me HADEP ava kir, HADEP partîya me ye- Wezîrê Dewletê Beşîr Atalay). HADEP û DEM ji bo asîmîlekirina Kurdan, ji bo Tirkîyeyîkirina Kurdan û ji bo pûçkirina hestên wan ên netewî hatiye avakirin, helbet em vê jî dizanin. Lê divê em ji bîr nekin ku ew li ser pişta Kurdan, bi xwîn, xwêdan û keda Kurdan ava bûye û bi deng û rayên Kurdan li ser pêyan e. Yanî serî kurmî û Tirk be jî, binî û bingeh Kurd in. Makînîst Tirk bin jî, fargon û lokomotîf Kurd in û ji me re ya girîng jî ev e, girseya Kurd e.
Divê em ji bîr nekin ku DEM partî ne partîyek homojen e, ne partîyek yekserî ye. Tê de kom û grûpên cuda hene. Grûpa Îmralî, grûpa Kemalîstên CHP û çepên Tirk, grûpa Qendîlê û grûpên Kurdên welatparêz (bingeh). Her sê grûpên sereke DEM partî ji xwe re kirine Hespê Trûva yê û her alîyek dixwaze DEMê bi alîyê xwe ve bikşîne. Her sê alî jî hebûn û domandina siyaseta xwe li ser partîya DEMê dikin. Sedema ku DEM û partîyên wê yên berê nehatibin girtin (îstîsna ne tê de) an dewlet naxwaze ew bên girtin, ev yek. Ango pêwistîya bi wê/wan e. AKP bingeh û alîgirên xwe li ser esasê dijminatîya DEMê li pêyan digre. MHP her wilo. CHP û çepên Tirk ên Kemalîst bi deng û rayên wê xwe li ser pêyan digrin. Heke DEM bigrin tu arguman û sedemên ku partîyên sîstemê hincetan ji xwe re bibînin namîne. Ji ber vê yekê DEM ji bo herkesî wek Hespê Trûvayê ye, herkes li ser wê hesapê xwe û pêşeroja berjewendîyên xwe dike. Ji derveyî kê? Ji derveyî rêxistin û partîyên ku xwedêgiravî xwe Kurd û Kurdistanî dibînin û li meydanê hebûn û tunebûna wan di nîqaşê de ye.
Îro du rê li pêşîya rêxistin û partîyên Kurdistanî hene. Heger doza Kurdistanek serbixwe bikin (ku dikin) divê dest bavêjin çek û derkevin serê çiyê. Yanî şerê çekdarî. Na heger vê nikarin (ku nikarin jî) di destê wan de xebat û tekoşîna siyasî û legal dimîne. Li gor ku li Tirkiyê û Rojhilata Navîn Kurdistanek serbixwe bi xebat û siyaseta legal bi dest nakeve, çi dimîne? Doza mafên çandî, yanî doza ziman, kultur, muzîk, navên Kurdî û wekî din dimîne. Ev daxwaz jî bingeha xebat û tekoşîna siyaseta legal pêk tînin. Helbet ev daxwaz jî ji hêzek xurt, bi bedel, bi ked û fedakarîyek mezin dikarin pêk bên û ji dewletê bên xwestin. Bi gotin û sloganên dehbarekirî tukes tiştekî nade mirov. Aha di vir de girîngîya DEM derdikeve pêşberî me.
Wek min got, partîya DEM ne partîyek homojen û yekserî ye, gelek destên tarî û dijKurd di nav de hene. Mesele ev e ka emê çawa karibin destê Kurdên di nav DEM de xurt bikin û wan ji dest û bandora çepên Tirk û destên tarî derxin. Heger ji roja roj de kadroyên Kurdistanî karîbûna xwe di nava wê de bihûnana, belkî îro serê ben ne di destê Tirk û çepên Tirkan de ba. Lê ez dibêjim dîsa jî ne dereng e, em ji nîvê rê jî vegerin kar e û ne xisar e. Îro 5-6 milyon Kurd deng didin partîya DEM û ew tev ne PKKî û Apocî ne. Wan ked dane, bedel dane, mal û can dane, em nikarin çavên xwe ji wan re bigrin û wan bavêjin hembêza xêrnexwazên Kurd û Kurdistanê. Wek gorbihuşt M. Barzanî digot, Kurdên baş dijminan kujt, em jî Kurdên xirab bikujin Kurd namînin. Îro başên me jî di nava DEM de ne, xirabên me jî. Saxên me jî di nav de ne, mirîyên me jî. Û herkes li ser mirîyê xwe digrî. Divê em jî li ser Kurdên xwe bigrîn û wan bi tenê nehêlin. Ev jî girêdayî bixwebawerbûn û fedakarîyê ye. Heger em bi xwe ne bawer bin û ji fedakarî û bedeldanê birevin, emê rûn li ser nanê xêrnexwazan bikin û Kurdan di nav lepên wan de bihêlin.
Werhasilî kelam, bi kurt û Kurmancî heger ez bêjim; armanca me ne lêdana nehtor e, xwarina tirî ye. Îro roj çi bi ziman û çandî, çi jî bi qewmî û milletî, bi her awayî em li ber têkçûn û windabûnê ne. Yan divê em alternatîfek pir xurt ava bikin (ku bi vî halê xwe ev xeyalek mezin û dûrî aqila ye), yan jî divê em piştgirîya alternatîfên heyî bikin. Yan divê em hebin, yan jî divê em ji yên heyî re nebin kelem û asteng. Êdî kes bawerîyê bi zikir û fikrên dijhev, bi şablon û sloganên dûrî rastîyê nayne. Bi hêvîya ku hest û helwestên Kurdên welatparêz di nava partîya DEM de xurttir bibin…..